'Em ê doza xwe li kê vekin û mafê xwe ji kîjan desthiltdarîyê bixwazin?' 2019-11-24 09:15:05   Roj Hozan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Serêkaniyê yên ku bûne şahidên zindî li ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, komkujiyên ku di derheqê mirovan de hatin kirin, gotin: "Bi êş û tundiya jiyana bêbext û dîroka îxanetê re em rûbirû man. Divê dewleta tirk hesabê komkujiyê bide. Em ax û rûmeta xwe dixwazin."   Jinên bajarê Serêkaniyê yên ku rastî komkojiya êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê hatine û jêre bûna şahidên zindî ku dîrok jî nikarê barê îfadeya wan rakê, di nava Komcivîna Koodînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser de, ya ku li bajarê Qamişloyê pêk hatibû, qala pêkhatiyên xwe kirin.    'Ji malbata min 10 kesin hatin kuştin ez tenê mam'   Jina ji Kobanê Îman Mamo ya ku rastî tundiya dewleta tirk û hevkarên wê hatiye û bûye şahida zindî ji kiryarên çeteyan re wiha çîroka xwe vedibêjê: "Ez jineke Kobanî me. Destpêkê min êşên pir giran ji DAIŞ'ê dîtin. Mala min ji taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bû, dema çete ketin Şêx Meqsûd  de, ez reviyam Minbicê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Minbicê jî kirin, paşê em koçî Kobanê bûn. Ew komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê bi ser 3 gundên Kobanê de anî, yek jê malbata min bû. 5 xwîşk û 5 birayên min di komkojiyê de hatin qetlkirin. Di nava malbata min de ez tenê mam. Em vegeriyan bajarê Serêkaniyê li wê derê hindekî min rehetiya jiyanê hîs kir û êşên xwe dan alî, da ku ez jiyana nû bijîm."    'Çima her kes bêdeng e?'   Di dewamiya axaftina xwe de Îman behsa êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li Serêkaniyê dike û wiha domand: "Êşên  min, ji komkujiya Kobanê bi dawî nebûn. Dema çeteyên dewleta tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê kirin em di bajar de man. Li pêşiya çavên min jin û zarok di bin bombebarana balafirên dewleta tirk de dihatin qetilkirin. Ez dayika 3 zarokanim kurek û 2 keçên min hene, li pêşiya çavên zarokan balafir li keça min da û ji sere xwe de niha birîndare û nema dikarê tevlî jiyanê bibe.  Dîsa careke din birînên min vebûn û ez bi êş û tundiya jiyana bêbext û dîroka îxanetê re rû bi rû mam. Ez ê niha doza xwe li kî vekim? Ez ê mafê xwe ji kîjan desthiltdarî bixwazim? Çima her kes ji bo me bê deng in? Min malbat û zarokên xwe di nava şeran de winda kir, kî wê sûcê  min rake? Ez bê xwedî mam. Ma mafê min jî weke jin nîne ez aram bijîm. Ez êdî ji komkujî û qetilkirinê westiyam. Em ax û rûmeta xwe dixwazin em ji koçberiyê westiyan."   'Êdî bese zilm û tundî'   Jina bi temenê xwe 60 salî Edla Bekro ji bajarê Serêkaniyê weke şahida zindî li ser tundiya dewleta tirk û hevkarên wê li ser wan wiha dibêjê: "Em di bin zilm û zoriyê de bûn. Dewleta tirka a dagirker me ji malê me derxistin. Zarokên me qetilkirin û di bin dîwaran de man. Em ji malê xwe koçbûn, bêyî ku em rajin çilên xwe. Ma ne bes e zilm, kiryarên şeran çi ji me dixwazin? Tehmûla me hew ji zilimê heye. Em niha di dibistanan de dimînin, malên me tune ne. Divê çareseriyeke çêbibe da ku em vegerin cih û malên xwe."   'Êşên me pir mezinin lê bêderman in'    Jina bi navê Şaha Sîno 50 salî ye, ji kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê bê par nemaye û di encamê vî şerî de zarokên wê jiyana xwe ji dest dane û wiha dibêjê: "Zarokên min canê xwe ji bo axa xwe fedakirin. Li ser televîzyonê min dît çete mala min ji xwe re birin û malbatên xwe yên ne xwediyê axê lê bi cih kirin. Êşên me pir mezinin û derman nabin. Divê dewleta tirk a dagirker hêsabê komkujiyê bide."