'Qedexekirina zimanê dayikê şîdeta herî mezin e’ 2019-11-24 09:01:33   Medya Uren   AMED - Bi 25'ê Mijdarê re jin li her qada jiyanê qala cureyên şîdetê dikin. Nivîskar Nesrîn Navdar û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulîstan Erek, bal kişandin ser tunehesibandina zimanê kurdî û gotin: "Qedexekirina zimanê dayikê bi serê xwe şîdeta herî mezin e. Bê guman ya ku ji vê herî zêde bi bandor dibe jî jin e."   Bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, her cureyên şîdetê ji hêla jinan ve tê nîqaşkirin. Jinên ku bi awayekî ferdî û civakî bi şîdetê re rû bi rû dimînin, bi polîtîkayên dewletê yên nijadî, etnîkî û çandî jî şîdet û êrîşên li ser wan tên xurtkirin.  Neaxaftina bi kurdî jî bi serê xwe rêbazeke şîdetê ye. Nivîskar Nesrîn Navdar bi minasebeta 25’ê Mijdarê bal kişand ser astengiya li ser zimanê kurdî. Her wiha Endama Meclîsa Dayikên Aştiye Gulîstan Erek jî qala êrîşên li ser ziman, cil û berg û çandê  kir.    ‘Di şeran de herî zêde jin dibin mexdûr’    Nesrîn, di destpêkê axaftina xwe de qala desthilatdarî a li ser keda jinê tê kirin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jin her tim bi êrîşên zayendî û polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî axa Mezopotamyayê ku bûye landika mirovahiyê, îro bi talankirinê re û bi rû maye. Jin dibin mexdûrê şer û neçar dimînin ku koçber bibin. Bi koçberiyê re jî kuştin, êrîşên zayendî û di temenê biçûk de zewicandinê re rû bi rû dimînin. An jî li ser axa xwe neçar dimînin ku jiyaneke qedexekiri bijîn.”   ‘Êrişê xebatên çand û ziman dikin’   Nesrîn, diyar kir ku ger jin azad nebe civak jî azad nabe û wiha dom kir: “Ya herî girîng jî li ser axa me zimanê dayikê tê qedexekirin. İktidar bi qirkirina rastiya jinê re tunekirina civakê armanc dike. Bi salan jin biçûk hatin dîtin. Ji aliyê hişmendiya zayendperest û nîjadperestan ve rastî bişaftinên mezin hatin. Di tayînkirina qayûman de em bûn şahid ku di destpêke de êrişê keda jinê, komele û dezgehên jinê, xebatên çand û ziman hatin kirin. Divê em di ferqa van kiryaran de bin ku ger jin azad nebe wê civak jî azad nebe. Ger em li ser rêça rastiya jinê ne meşin em nikarin xwe biparêzin jî.”   ‘Şîdeta li ser ziman şîdeta li ser jinê ye’    Nesrîn, di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li ser zimanê kurdî û wiha nêrînê xwe vegot:  “Zimanê bi milyonan mirovan tune tê hesibandin. Polîtîkayên herî dijwar ên asîmlasyonê li ser ziman tên meşandin. Bê guman yê ku herî bi bandor dibe jî jin e. Dewlet li her qadê deshilatdariya xwe îlan kir. Li dibistanan xwedekaran bi lêdanê ji ziman dûrxistin û bi perwedeyên zayentperest û nîjadperest re xwestin wan ji rastiya wan jî dûrbixin ku nifşeke dijminê jinê biafirînin. Li zindanan bi gotina ‘Turkçe konuş, çok konuş’ re hevdîtinê asteng dikirin, li nexweşxaneyan em biçuk û cahîl hatin dîtin. Bi van re tim jin di hedefê de bû ziman. Qedexekirina rastiya jinê, ziman, nasname, cil û bergê jinê şîdeta herî mezin e. Bila iktidar bizane ku wê li hember qedexeyên wan têkoşerên herî bi hêz jin bin. Civak wê bi têkoşîna jinê re azad bibe.”   ‘Ji ber polîtîkayên bişaftinê me ji fistanên xwe şerm dikir'    Gulîstan Erek, destnîşan kir ku bi taybetî polîtîkayên bişaftinê tê afirandin û wiha axivî: “Her tim li ser me polîtîkayen bişaftinê tên meşandin. Bi zimanê me, dest dirêjiyê keda me û vîna me dikin. Bi hezaran sal in em rastî her cûreyên şîdetê hatin. Jiyana me her tim di bin bandora şer û pevçûnê de bûn.  Em ji bo cil û bergên xwe, ji bo ziman û çanda xwe hatin ceza kirin. Polîtîkayek wisa dan meşandin ku me ji fîstanên xwe şerm kir. Niha jî bi heman awayî ev şîdet li hemberî jinê tê meşandin. Heta ku em jiyanek hevpar nejîn, em ê mexdûrê şîdetê bin. Divê jin tev rabin û bi hev re têbikoşin.”