ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-24 09:00:00   *Bi 25'ê Mijdarê re jin li her qada jiyanê qala cureyên şîdetê dikin. Nivîskar Nesrîn Navdar û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulîstan Erek, bal kişandin ser tunehesibandina zimanê kurdî û gotin: "Qedexekirina zimanê dayikê bi serê xwe şîdeta herî mezin e. Bê guman ya ku ji vê herî zêde bi bandor dibe jî jin e." DÎMEN HEYE    *Bi avakirina Rêxistinên jin û Rêveberiya Xweser a Demokrat di nava civaka Bakurê Suriyê de gavên sereke yên guherîn û veguherînê hatin avêtin. Yek ji malbatên ku ji sîstema civaka demokratîk bi bandor bûye wiha dibêjin: "Em hewil didin ku jiyana xwe li ser hişmendiya hevjiyana azad rêxistin bikin." DÎMEN HEYE    *Kooperatîf bingehê xwe ji jiyana komînal û demokrat digirin. Rêxistinkirina her kooperatîfek ji bo aboriya civakê dibe pêngavekî nû. Jin di bingeha avakirina kooperatîfan de cih xwe girtin. Jin bi hêvî ne ku dê keda xwe û aboriya xwe ji destê desthiladariya mêrê bistînin. DÎMEN HEYE    *Hunermenda Kemanê Emîne Tan, bi wesîleya hefteya 25’ê Mijdarê tevlî bernameyên jinan dibe û bi hunera xwe piştgiriyê dide. Emîneyê da zanîn ku jin û huner hev temam dikin û got ew hemû jinan vexwendiyê hunerê dike. DÎMEN HEYE    *Civaknas Neslîhan Şedal diyar kir ku tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên ku pergala hevserokatiyê lê pêk tê, pêkanîneke pergala mêjiyê dewleta mêr e û got: “Li herêmê qeyûm, wek şîdeta pergalî jinan davêje derveyê jiyanê.” DÎMEN HEYE    *Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Oyku Çakmak da zanîn ku peymanên CEDAW û peymana Stenbolê ya li dijî şîdeta li ser jinan bi bandore lê pêk nayên û got: "Jin ji qerekolan bigirin heta pêvajoya dadgehê, ku têkoşîneke mezin didin, rastî her cureyê astengiyan tên. Em çiqas li dijî van astengiyan têbikoşin jî heta polîtîka neyên guhertin nikare ji holê rabe.” DÎMEN HEYE    * Jinên bajarê Serêkaniyê yên ku bûne şahidên zindî li ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, komkujiyên ku di derheqê mirovan de hatin kirin, gotin: "Bi êş û tundiya jiyana bêbext û dîroka îxanetê re em rûbirû man. Divê dewleta tirk hesabê komkujiyê bide. Em ax û rûmeta xwe dixwazin." DÎMEN HEYE    *Malbata Şule Çet a ku rastî êrîşa zayendî hat û hat qetilkirin, diyar kir ku çareseriya li hember şîdet û qetilkirina jinê ji yekitî û piştevaniyê derbas dibe û di 25’ê Mijdarê de jî bang li hemû kesî kir ku dengê xwe bilind bikin.DÎMEN HEYE    * Seroka Şaxa 7’emîn a Egîtîm Sen a Stenbolê Ozlem Tolu, da zanîn ku sedema întîxaran rêveberiya yek mêrî û pêkanînên wî ne û got: “Em ê li dijî şîdeta dewletê ku dibe sedema şîdeta mêr, di 25’ê Mijdarê de wê li kolanan bin.”DÎMEN HEYE    *Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên 59 sal berê hatin qetilkirin, berdewam dike. Jinan sala li pey xwe hiştin de berxwedana xwe li her derê cîhanê meşandin û tu car dest ji têkoşîna xwe bernedan.