'Ew bi hişmendiya komkujiyên gelan xwe bi hêz dikin' 2019-11-23 17:21:47   KOBANÊ - Ji hêla Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê û Tevgera Çand û Hunerê semînerek li ser komkujiyên ku Osmaniyan di dîrokê de pêkanîne hat lidarxist.   Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê û Tevgera Çand û Huner semînerek li ser komkujiyên ku Osmaniyan di dîrokê de pêkanîne, li navenda çand û hunera Baqî Xido hat dayîn. Komkujiyên Osmaniyan li ser hemû pêkhateyên ermen, tirkmen, ereb û niha jî li ser Gelê Kurd pêktîne. Bi tevlîbûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi dehan jinên Kobanê semîner hat lidarxistin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Hevseroka Encumana Zagonsaz a herêma Firatê, Fewze Ebdî û Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Mesud Mîran ve hat dayîn.   Fewze, diyar kir ku hişmendiya Osmaniya her tim xwe dubare dike û wiha pêde çû: "Kiryarên ku niha dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêktîne, ne dûrî komkujiyên berê ku Osmaniyan li ser gelan pêkanîne. Hişmendiya Erdogan ne dûrî ya Osmaniyan e ji ber Erdogan xwe wek neviyê Osmaniyan dibîne û bi van hovitiyên xwe kêfxweşe, ji şerê cîhanê yê yekem û niha şerê cîhanê yê sêyem kiriyarên Osmaniyan didome. Tenê cudahiya wan navên xwe diguherînin weke Cebeht El-Nusra û DAIŞ'ê bi nav dikin. Di dîrokê de Osmaniyan Gelê Ermenî di komkujiyan re derbas kirin. Niha jî heman kiriyaran li Girê Sipî û Serêkaniyê dubare dikin."   'Ew xwe bi hişmendiya komkujiyên gelan bi hêz dikin'   Mesud, jî behsa komkujên ku bi ser Dêrsim û Şengalê de hatine kir û wiha domand: "Di dîrokê de Gelê Kurd di gelek komkujiyan re derbas bûne. Beriya komkujiyên Gelê Ermen jî dewleta Osmanî kurdan di komkujiyêre derbas kiribûn. Di van salên dawiyê de heman kiryar li ser gelê Efrîn, Şengal û Amedê hatin pêkanîn. Armanca dewleta tirk ew e ku demografiya herêmê buguherîne, malên gel talan dike û bi her awayî kiriyarên dijî mirovahî li van herêman pêk tîne."   Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.