Li Mêrdînê pêşengeha wêneyan a bi mijara 'Jin' hat vekirin 2019-11-23 16:16:30   MÊRDÎN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê bi navê "Jin" pêşangeha wêneyan vekir.   Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, bi navê "Jin" pêşangeha wêneyan vekir. Pêşangeh li kafeyek hat vekirin û pêşangeh ji hêla wênesaz Munevver Irmak ve hat organîzekirin. Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Eylem Amak, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tevlî pêşangehê bûn. Her wiha li pêşangehê pankarta ku navê jinên ku hatin kuştin hatî nivîsandin daliqandin.    Wênesaz Munevver, diyar kir ku divê bêtir hunermend li dijî şîdeta li hemberî jinê têbikoşe û wiha got: "Jinên kurd bêtir têkoşîna Xwîşkên Mîrabelan fêm dike. Em silavên xwe jinên têkoşêr re dişînin."