Xizmên windayan qedexeya walîtiyê şermezar kirin 2019-11-23 15:38:38   AMED - Xizmên windayan li Amedê li hev kom bûn, biyara qedexekirina walîtiyê li ser çalakiya xwe şermezar kirin û xwestin ku xizmên wan ên winda demildest bên dîtin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 562’yan de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Parazvanên mafê mirovan wêneyên windayan hilgirtin.    Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a ya Amedê Hasan Yalçin, di çalakiya vê heftê de axivî û got: “Ji bo ku winda û faîlên wan bên dîtin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber biryara qedexeya walîtiyê ev 64 heften di qada sergirtî de neçar mane ku çalakiya xwe li dar bixin. Ev bê mafiye û binpêkirina mafane. Bi salane em vê yekê tînin ziman. Em bi salane di her  qadê de em vê daxwazên xwe tînin ziman. Em gelek caran şehîd bûn. Di dosyayên windayan de, faîl ji bo ku neyin cezakirin tên parastin. Tekane daxwaza me dîtina windayan û faîlên wane.”   Hasan, dest nîşan kir ku gelek kesan bêyî ku xizmên xweyên winda bibînin jiyana xwe  ji dest dan û wiha rêz kir: “Gelek dayikên mîna dayika Fatma û Elmas bêyî ku kurê xwe, birayên xwe û xizmên xwe bibînin, wefat kirin. Dayika Îbrahîm Gundem ê winda jî îsal jiyana xwe ji dest da. 4 sal bi ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn. Lê heya niha tu pêşketin di dosyeya wî de tuneye. Divê cînaheta Elçî baş bê lêpirsîn.”    Piştî axaftina Hasan, xizmên windayan aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25’ê Îlona 1991’an de li navçeya Hezro ya Amedê dibin çavan de hat windakirin pirsîn. Xwîşka Gundem Ferîde Gundem piştî xwendina çîroka Îbrahîm hat xwendin axivî û got: “Heya ku em saxbin em ê dev ji doza xwe bernedin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Divê birayê min bibîn in.”   Dûre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.