Di komcivîna li Qamişloyê de jin li ser şîdetê rawestiyan 2019-11-23 14:09:19   QAMIŞLO - Bi boneya 25'ê Mijdarê bi dirûşmeya "Bê dengiya we me dikûje" li Qamîşloyê komcivînek hat lidarxistin. Jinan di komcivînê de bal kişandin ser cûreyên şîdetê û gotin: "Her cûreyên şîdetê li ser jinan pêk hat ev hemû li pêşiya çavê cîhanê çêdibin, lê tu kes tune ye rê li pêşiya tirkiyeyê bigirê."   Li bajarê Qamişloyê û di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê Koordînasyona Jinan a di Rêveberiya Xweser de û bi dirûşmeya "Bê dengiya we me dikuje" komcivînek li hola Zana hat lidarxistin. Komcivîn bi beşdarbûna  150' î delegeyên jin ji tevahî sazî û rêxistinên jinan yên siyasetmedar,  hiqûqnas û partiyên siyasî her wiha şandeyek ji koçberên Serêkaniyê yên  bûne şahid ji komkujiyên dewleta Tirkiyeyê re pêk hat. Di wê komcivînî de ser sê maseyên semîner ben lidarxistin û şîdeta siyasî, hiqûqî, mirovî û bi taybet şîdeta ku ji aliyê dewleta tirk a ve hat kirin dê bên nîqaşkirin. Ev komcivîn wê 2 rojan berdewam bike.    Herêma me dibistana têkoşîna jinê ye   Axaftina vekirinê ji aliyê Seroka Desteya Jinan a li Herêma Cizîrê Rûken Emed ve hat kirin û got, bi rihê jinên pakrewan Hevrîn, dayê Eqîda, Amara em hemû jina bibîr dixin û têkoşîna wan pîroz dikin. Rûken, diyar kir ku têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê berdewame û wiha got: "Dibe ev herêma biçûk bûye dibistana têkoşînê ji bo tevahî jinan em dixwazin civakek bi aştî ava bikin. Jin pêşenga vê şoreşê bû û bû mînaka  her kes jê bibe xwedî hêz. Ev yek metirsî li ser fikirê terorê çêkir faşîzim tundiya xwe ser jinê dike û ev komkojî jî, êrîşa ser nirxê jinê ye. Dewleta faşîzim hemû rêbazên tundiyê bikaranîn. Jin hêza esasî di nava demokrasiyê de ye. Niha dem dema ku jin bi xwe hebûna xwe mayinde bike. Her tiştên ku jinê jiyan kiriye, îro em van rojan dibînin, Lê cûdabûna xwe vê carê cewherê jinê xurte û jiyana nû ji bo hemû jinan me afirandiya. Em azadiya tevahî jina dixwazin. Em ê soza xwe ji bo hemû jinan bilind bikin û em dibêjin  hêzên teror nikarin roja jinan tarî bikin."    Maseya yekemîn tundiya mirovahî hat nîqaşkirin. Rêveberiyên maseyê Evîn Cûma Hevseroka Rêxistina Mafê Mirova, Welîda Hesen hevseroka Buroya Meclîsa Tenfîzî di Rêveberiya Xweser de, Semer Abdullah Hevseroka Kantona Hesekê bûn.   Dîroka me têkoşîna jinan vedibêje   Di maseyan de ev nîqaş hatin kirin: "Di nava nirxên mirovahiyê de şer  qirkirinê bi xwe re tîne. Mirov tu elaqê xwe bi tundiyê re tuneye, lê li ser hatiye ferzkirin. Rûpelên dîroka xwînmij gelek mirovan di nava xwe de derbas dike. Tişta herî girîng mirov dikarê bêjê rastiya mirov û tundiyê bi hev re nîne. Doza mirov bi tundiyê re dirêje mirov ji mirovatiya wî derxistin û her tiştên ne baş li ser dan meşandin komkojiyên herî giran li ser mirovan dan meşandin. Di nav de jî ziman û cand û nasname windakirin. Herî zêde jin bandorî  li ser hat kirin. Dîrok  me têkoşîna jinan vedbêjê, ji bo zagonên desthilatdariyê giran ser jin hatin meşandin, zagonên navnetewî li dijî hebûna jinê ye, girîng bû ku rêxistinên mirovahî mirovan biparêzin lê ev hemû nehat kirin berovajî wê jin di bin tundiyê de fetisî ma."   Tu kes tune rê li pêşiya dagirkeriyê bigirê   Jin rastî her rengên tundiyê hat me her tişt di nava çengê de dît. Jin bi îşkenceyên çeteyan re rûbirû man. Tiştên ku hatine kirin pir bi êş in 40 jinî  jiyanan xwe ji dest dan, 60 jin rastî tecawizê hatin û gelek ji wan jî birîndarin.  Bi berdewamiya projeya dagirkeriya çeteyên tirkiyê êrîşî Serêkaniyê hat kirin û her cûreyên tudiyê li ser wan bêkanîn ev hemû li pêşiya çavê cîhanê çêdibin, lê tu kes tune ye rê li pêşiya tirkiyê bigirê."   Komcivîn  bi nîqaşan li ser maseya nirxandina tundiya mirovahî didome…