Li Amedê komxebata ‘Jin jiyaneke bê tundî diaxivin' 2019-11-23 13:18:42   AMED - Komeleya Jinan a Rosa bi navê “Jin jiyanek bê tundî diaxivin" komxebatek li dar xist. Seroka komeleyê Adalet Kaya, da zanîn ku mêr û dewlet formên cuda yên şîdetê li pêş dixin û got: "Li dijî şîdetê dê têkoşîn û alîkariya xwe ya jinan berdewam bikin."    Komeleya Jinan a Rosa, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li Amedê komxebata “Jin jiyanek bê tundî diaxivin" li dar xist. Komxebata jinê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya amedê dest pê kir. Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan, Platforma Jinan a Amed Dîcle (DAKP), Navenda Jinan a Baroya Amedê û nûnerên jin ên gelek saziyan amade bûn. Li salonê pankarta "Jin jiyanek bê tundî diaxivin" daliqandin. Di komxebatê de Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya axivî û diyar kir ku xwe digînin jinên rastî tundiyê tên û hewl didin ku alîkariyê bidin.   Adalet, anî ziman ku par ve amadekariya avakirina komeleyê dikirin û niha komele xebatek bi vî rengi dimeşîne û wiha got: "Ji ber şertên OHAL'ê me pêwistî bi vekirina komeleyê dît. Jin di dema OHAL'ê de hatin îxrackirin. Ji aliyê qeyûman ve ji kar hatin avêtin. Dema me Rosa ava kir, me dizanî ku em ê rastî kijan pirsgirêkan bên. Me xwe ji nûve bi rêxistin kir û me tora têkoşîna li dijî tundiyê ava kir. Ev tor li Tirkiye bû modela têkoşînê. Me tu carî dest ji têkoşînê berneda. Em dê vê têkoşînê bi xebata îro li vir em dê bêtir bi hêz bikin."     Adalet, anî ziman ku mêr û dewlet formên cuda yên tundiyê pêş dixin û wiha lê zêde kir: "Jinên li qadê xebatê dimeşînin, bi pêşniyara ku dê hilberînên nû derxin holê komxebat li dar xistin. Niha şer jî ket rojeva me. Me biryar da ku em vê komxebatê li dar bixin. Me bi taybetî xwest ku li ser şer û bandora şer a li ser jinê niqaş bikin. Şer feraseta ji aliyê mêrê serdest ve tê pêşxistin e. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundî û şer berdewam bikin."   Adalet, anî ziman ku ew şopdarê mîrateya jinên femînist û têkoşer ên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane û wan bi hurmetî bibîr tînin û dê tekoşîna wan berdewam bikin.