Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’ 2019-11-23 13:16:19   AMED - Li Amedê bi navê “Tora Ziman û Çandê ya Kurd” civîneke 2 rojan bidome hat destpêkirin. Hat diyar kirin ku bi vê civînê dixwazin nîqaşên bi hişmendiya demokratîk û sivîl bernameyekê pêk bînin û di vê çerçoveyê de nexşerêya ziman û çanda kurd derxînin holê.   Li ser banga siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, hunermend, rojnameger û zimanzan di nav de hene civînek bi navê "Tora Ziman û Çanda Kurd” li otelek Amedê li dar dixin. Civîn îro û sibê dê berdewam bike. Di civînê de gelek kesayet amade bûn. Axaftina vekirinê ji hêla Seroka Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun û Hevserokê PENA’a Kurd Samî Tan ve hat kirin.   Cevahîr bi bîr xist ku di 1’ê Îlonê de civînek li ser ziman hatibû li dar xistin û li wê derê hewcetiya avakirina toreke ziman û çandê wek biryar hatibû girtin û wiha got: "Li gel wê biryarê em jî tevlî biryara hevala bûn û me got divê vê torê wek ‘Tora Ziman û Çand’ hinek berfireh bikin. Ji wê demê heta niha bi awayekî pratîkî em li ser vê xebatê disekinin. Di nav vê xebatê de jî gelek hevalan alîkariya me kir. Em spasiya mêvanan dikin yên ku me vexwendî û hatine vir. Em ji bo windanebûna ziman û çanda xwe hewl didin ku bixebitin. Me xebateke berfireh daye pêşiya xwe.”   Hevserokê PEN'a Kurd Samî jî diyar kir ku dixwazin nexşeyeka li ser çand û zimanê kurdî derxînin û li ser vê yekê bangê li raya giştî bikin û wiha got: “Pişt re bi sedan kesan dixwazin komcivînekê çêbikin atolyeyekê çêbikin nexşeya xwe zelaltir bikin. Li ser vê esasê em dixwazin niqaşekê bikin bi hişmendiyeke demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û divê çerçoveyê de nexşeyekê derxînin holê."   Piştî axaftinên vekirinê, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.    Civîna ku dê du rojan bidome wê encama wê sibê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re were parvekirin.