Li Herêma Federal a Kurdistanê di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin 2019-11-23 11:10:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 mehan de 35 jin hatine kuştin û 57 jinan jî xwe şewitandine. Her wiha 207 jin jî bi awayeke bi guman şewitîne yan jî xwe şewitandine.   Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna dijî şîdeta li hemberî jinan ya Herêma Kurdistanê, rêjeya tund û kuştina jinan ya 9 mehên sala 2019’an belav kir. Li gorî rêjeyê di nava 9 mehan de 35 jin hatine kuştin û 57 jinan jî xwe kuştine. Li gorî heman çavkaniyê li Herêma Kurdistanê 207 jin jî bi awayek guman şewitîne yan jî xwe şewitandine. Li gorî çavkaniyê ji 207 jinan jî, 125 jin şewitîne û 82 jin jî xwe şewitandine. Li gorî vê rêjeya îsal ji kuştin û şîdeta li hemberî jinê ji par zêdetir bûye.   Her wiha hate gotin ku di 9 mehên sala 2019’an de 94 jin rastî destdirêjiyê hatine. Ev rêje jî li gorî par zêde bûye. Heman çavkaniyê da zanîn ku li gorî rêjeyan 8 hezar û 409 doz gilî hatine kirin. Ev yek jî li gorî  par zêde bûye.