Ji jinan bang: Di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan 2019-11-23 09:40:52   STENBOL - Jinan ji bo meşa ku di 25’ê Mijdarê de li Tunelê pêk tê bang kirin û diyar kirin ku wê li her derê cîhanê jin daxwazên xwe li kolanan bînin ziman.   Li Stenbolê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê wê meşek li Qada Tunelê ya Taksîmê pêk bê. Jin wê di 25’ê Mijdarê de saet di 19’an de bên cem hev. Ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçecî, ji Jinên Ciwan yên Azad (OGK) Tanya Kara û ji Piştevaniya Jinan a Sultangazî Hulya Emsalsiz ji bo meşê bang kirin.   Ezgî Bahçecî da zanîn ku Tirkiyeyê bi êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin hedef girtin e û wiha got: “Hewl didin bi îşkence û cureyên şîdetê şer bidin meşandin. Hem jinên herêmê û hem jinên cîhanê piştgiriya ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Ji ber vê jî em jî li eniya Tirkiyeyê li dijî vî şerî deng derdixin.”   Ezgiyê binçavkirin û girtina endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) nirxand û wiha axivî: “Ji ber têkoşîna jinan, ji ber têkoşîna azadiyê û faliyetên TJA’yê jin tên binçavkirin. Ev rewş di çapemeniya civakî û hewzê de hat manûpulekirin. Em van biçavkirinan şermezar dikin. Em li dijî tacîz, tecawiz, şîdet, krîza aborî bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan. Jin wê li her qadê dengê xwe bilind bikin.   ‘Peymana Stenbolê pêk bînin’   Tanya Kaya balkişand ser binpêkirinên mafan yên li hember jinan û da zanîn ku li hember mafên hatine bidestixin yên jinan êrîş hene û got divê peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 pêk bê. Tanyayê da zanîn ku ew li alî aştiyê ne û aştiyê diparêzin û wê her tim li dijî şîdetê bin. Her wiha got wê wek jinên ciwan yên zanîngehê di 25’ê mijdarê de li qadan bin.   Hulya Emsalsiz jî daxuyakirin ku wê 25’ê Mijdarê de li Tunelê bin û wiha bilêv kir: “Pakêta darazê, kuştinên jinan yên zêde bûne, û nîqaşên der barê Peymana Stenbolê de hene. Li dijî vê divê em dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiyeyê bûyerên întîxarê piranî mêr in, lê bi giştî jin û zarokan jî bixwe re dikujin. Ev jî şîdetek cuda ya mêr e. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”