Nuraya hat îxrackirin: Em ê di 25’ê Mijdarê de daxwazên xwe bînin ziman 2019-11-23 09:30:46       STENBOL - Nuray Şîmşek ya bi KHK’ê hatibû îxrackirin wiha got: “Em ê di 25’ê Mijdarê de bi hemû rengên xwe, coş û rihê têkoşîna xwe li qadan bin. Em ê daxwazên xwe bînin ziman.”   Nuray Şîmşek di 7’ê sibata 2017’an de bi KHK’ê hat îxrackirin û piştî hat îxrackirin jî bi piştevaniyê li ser piyan ma. Nurayê diyar kir ku 26 salan kedkariya cemawerî kiriye û di şevekê de bi nivîsekê betal maye û got: “Piştî aboriya min ji destê min hat girtin, wek jineke ku tenê dijîm neçar mam mala xwe vala bikim. Ez hatim rewşa ku nikarin fature û kirêya xwe bidim. Wê demê ez bi piştevaniya hevalên xwe li ser piyan man. Travmayek psîkolojîk bû.”   ‘Em li dijî pergalê têkoşiyane’   Nurayê destnîşan kir ku piştî îxracan jinên ku tenê dijiyane, ji aliyê malbatên wan ve piştgirî dîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Digotin werin malê em ê li te binêrin. Mirov ji ber vê xwe qels hîs dikin. Bi rastî jî tiştekî cidî bû. Min got 'ez ê li ser piyên xwe bisenim. Ez ê bixebitim û bi ser kevim.'Piştevanî pir girîng bû. Ev hine jî bi rêxistinê dibû. Me ji xwe dewlet dizanibû. Me seranserê jiyana xwe li dijî pergalê têkoşîn dabû."   ‘Neçar man şûnde gavê bavêjin’   Nurayê di berdewamiyê de wiha gopt: “Neçar man şûnde gavê bavêjin. Me tiştên wan kir red kir. Tiştên wan nivîsî me red kir. Ez bi şans bûm. Yên ku ev redkirin pêk nedianîn hebûn. Zîhniyet û avabûna dewletê mêr e. Hewl dan me jî bavêjin derveyê xelekê.”   Ji bo 25’ê Mijdarê bang   Nurayê balkişand ser bernameya 25’ê Mijdarê ya Tunelê û got: “Em ê 25’ê Mijdarê li qadan bin. Sala borî destur nedan. Jin rastî êrîşê hatibûn. Lê em ê 25’ê Mijdarê dîsa ligel hev bin. Em ê bi hemû reng, coş û rihê berxwedanê li wir bin. Em hemû jinan vexwendiyê qadê dikin.