Jinên Hesekê: Boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê erka her kesî ye 2019-11-23 09:13:01     Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên di firoşgehan de kar dikin teqez kirin ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot kirine û gotin: "Bi boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê em zarokên xwe diparêzin."   Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de bi tank, top û balafiran êrîşî seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama van êrîşan de bi hezaran zarok, jin, kal û pîr hatin qetilkirin. Li hemberî êrîşan nerazîbûn her ku çû di raya gişti ya cîhanê de berfireh bûn. Yek ji wan jî boykotkirina malê Tirkiyeyê ye ku di destpêkê de ji Başûrê Kurdistanê dest pê kir û belavî gelek deverên cîhanê bûye. Li hemû bajar, navçe û gundên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê jî boykotê dest pê kiriye û bi hemû hêza xwe didome. Li bajarê Hesekê jî di hemû kuçe û kolanan de malên tirkî tên boykotkirin. Jinên di firoşgehan de kar dikin piştgiriya xwe ji  hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê di riya ajansa me nîşan dan û gotin: "Em ê kel û pelên Tirkiyeyê li xwe heram bikin."   'Bi navê islamiyetê dixwaze demografiya herêmê biguhere'   Jina bi navê Nazdar Ehmed a 80 salî ye, di firoşgehê de kar dike êrîşên dewleta tirk ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Artêşa tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrîşî sivîlan kir, bi hezaran kes qetil kirin. Ew bi navê kaniya aştiyê û islamiyetê dixwaze demografiya herêmê bide guhertin. Di van êrîşan de artêşa tirk a dagirker gelê kurd hedef digire. Ew ji dîrokê ve heta roja îro dijminatiya gelê kurd dike. Gelê azadîxwaz, dixwazin jiyanek azad ava bikin, lewra îro êrîş dike bi taybet gelê kurd hedef digire."    'Boykotkirina kel û pelên tirkî erkek wicdanî û exlaqî ye'   Nazdarê bang li tevahî xwediyên firoşgehan û bazirganan kir kel û pelên tirkiyeyê boykot bikin û wiha pê de çû: "Dema erebeya kel û pelan tê,  destpêkê ez dibêjim ez yê tirkî naxwazim. Kel û pelên tirkiyeyê me boykot kirin, erka her kesî ye ku kel û pelên tirkiyeyê boykot bikin. Ev erkek wicdanî û exlaqî ye, ji ber her lîreyek ji kel û pelên xwe derdixe dike çek û li dijî zarokên me bi kar tîne û wan qetil dike."    'Gel kel û pelên tirkî nema dikire'   Jina bi navê Şikriya Hisên a 48 salî ye, di firoşgehê de kar dike teqez kir ku kel û pelên tirkî gel boykot kiriye, îdî nema tê xwestin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gel îdî nema kel û pelên tirkî dikirin. Em jî nema dixin firoşgehên xwe. Çiqas em zehmetî bikşînin jî em ê piştgirî bidin hemleya boykotkirina kel û pelên tirkî ji ber ku kirîna kel û pelên tirkî piştgirî dide dewleta tirk ku jin û zarokên me qetil bike."   Şikriyayê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî xwediyê firoşgehan kir ku kel û pelên tirkiyeyê boykot bikin da ku sivîl neyên qetilkirin û xaka wan neyê dagirkirin.