'Armanca êrîşan qirkirina hemû pêkhateyan e' 2019-11-23 09:08:51   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan Sebah Şabo bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî komkujiya li dijî Ermeniyan bi bîr xist û got: "Komkujiya ermenan bi destê Împaratoriya Osmaniyan pêk hat îro jî dewleta tirk dixwaze dîroka osmaniyan zindî bike û êrîşî Rojava dike."   Di 24’ê Nîsana sala 1915'an de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve komkujiya ermeniyan pêk hat. Di encama komkûjiyê de bi sedan pêşengên ermeniyan wek nivîskar, oldar, hunermend û ronakbîr jî di navê de miliyonek û nîv ermenî qetil kirin, bi hezaran jî koçber bûn. Têkildarî Mijarê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryanî Sebah Şabo nirxandin kir.     'Di qirkirina Ermeniyan de jin hatin hedefgirtin'   Sebah Şabo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên Gelê Ermenî û wiha pê de çû: "Bêhtirî mîlyonek û nîv ermenî hatin qetilkirin. Berdewamiya qirkirinê di sala 1916'an de li ser gelê suryan, aşurî û keldanî jî domandin. Dapîrên me hemûyan ev roj jiyîne, ji dayikên me re bi şêwazê çîrokî gotine û dayikên me jî ji me re gotine. Ev komkujî bi plan hate kirin. Di van komkujiyan de jî yê herî zêde bedelên giran dan jin bûn. Jin şewitandin, tehdît, çarmix û tecawiz kirin, hevjîn û zarokên wan li ber çavan kuştin. Îro jî ew qirkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn. Mînaka wê jî di sala 2015'an de dewleta tirk û hevkarê wê DAIŞ’ê êrîşî Xabûr û gundewarên Aşuriyan kirin û gund talan kirin, mirov qetil kirin. Gelê Aşurî car din neçarê koçberiyê bûn. Ew qirkirin xof û tirs di dilê Gelê Ermeniyan de ava kir. Bi sedan Gelê Aşûr û keldanî berê xwe dan Ewropayê. Ew koçberbûyin jî dihêle guhertinên demografîk di welatê me de were çêkirin."   'Dewleta tirk dixwaze dîroka Osmaniyan zindî bike'   Sebahê di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk dixwaze komkujiya ermanan dubare bike û wiha dom kir: "Komkujiya ermenan bi destê Împaratoriya Osmaniyan pêk hat, îro jî dewleta tirk dixwaze dîroka osmaniyan zindî bike û êrîşî Rojava dike. Dewleta tirk bi êrîşên xwe ne tenê gelê suryan û ermenan armanc dike, armanca wî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn hemûyan qir bike. Çawa ku dewletên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan di sala 1915'an de bêdengiya xwe parastin, îro jî bêdengiya xwe diparêzin û çavên xwe ji komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn digirin."    'Qetlîama Ermeniyan di NY'ê de bû rojev'   Sebahê bal kişand ser kombûna neteweyên yekbûyî ya derheqê komkujiya ermenan de û wiha dewam kir: "Piştî şoreşa Rojava neteweyên yekbûyî qetlîama ermenan car din xist rojeva xwe û heta roja îro jî ew rojev dewam dike. Em jî kêyfxweş dibin ji ber êdî lêkolîn di derbarê komkujiyê de hatiye destpêkirin. Lê belê piştî çûndina Erdogan li Emeriqayê cardin lêkolîna li ser komkujiya ermeniyan hat taloqkirin."   'Trump bû sedem ku tirkiye êrîşî Rojava bike'    Sebahê bal kişand ser siyaseta Trump û wiha domand: "Heta niha me tiştek ji siyaseta Trump fêm nekiriye. Trump rojane biryarên xwe diguhêrine û  biryarên cuda digire. Trump bû sedem ku tirkiye êrîşî Rojava bike. Hemû leşkerên xwe ji Rojava kişand û piştî şer kêmek rawestiya bi hinceta parastina petrolê carek din leşkerê xwe bi cih kir."   'Armanca êrîşan qirkirina hemû pêkhateyan e'   Sebahê di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate li ser sistema netewa demokratîk dijîn û wiha pê de çû: "Em hemû pêkhate di sistema netewa demokratîk de bi hev re dijîn. Ji ber sistema netewa demokratîk tirs û xof di dilê Erdogan de ava dike ji bo wê komkujiyan pêk tîne. Erdogan jî dizane sûcên ku pêk aniye bê bersiv namîne. Armanca Erdogan komkujî ye û qirkirina hemû pêkhateyan e."   'Keşîşên Ermanan bûn armanc'   Sebahê behsa keşîşê Dêra Ermenan a Katolîk Hosîp Bîdoyan û bavê wî Hena Bîdoyan li ser rêya Hesekê û Dêrazorê hatine qetilkirin kir û wiha got: "Keşîşê Dêra Ermenan a Katolîk Hosîp Bîdoyan û bavê wî Hena Bîdoyan ji bo biçin, Dêra Zorê  ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatin qetilkirin. Ew peyama tirkan bû her dem dibêjin em ê we qetil bikin."   'Hesabê ji Ermeniyan were xwestin'   Sebahê herî dawî bang li civaka navneteweyî kir û wiha pê de çû: "Daxwazên me heq in, em mafdar in ji bo wê jî yê ku li pê rastiyê biçe dê elbet rojek bigihêje rastiya xwe. Komkujiya Ermenan jî bi belge ne û hatine nivîsandin. Dema neteweyên yekbûyî rojeva qetlîama ermeniyan nîqaş dikin hin dewlet red jî dikin. Bangawaziya me ji civaka navneteweyî re heye ku qetlîama ku hatiye jiyîn derxînin holê. Wek gelê ermenî mafê me ye ku hesabê qatlîamên li dijî me bên pirsîn."