Şîlan Xelef: Rêxistinên navneteweyî koçberan paşguh dikin 2019-11-23 09:06:47     Ronîda Hacî   HESEKE - Endama Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên Mirovî Şîlan Xelef teqez kir ku rêxistinên mirovî bi erkê xwe ranabin û alîkariya koçberan nakin.   Artêşa tirk di 9’ cotmehê de êrîşî seranserî sînorî Rojava kir, di encamê de bi hezaran sivîl koçberî bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê bûn. Têkildarî mijarê Endama Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên Mirovî Şîlan Xelef ji ajansa me re nirxandin kir.   '141 hezar 739 koçber li Hesekê bi cih bûne'   Şîlan Xelef teqez kir ku hejmara giştî a Koçberên bajarê Hesekê gihîştiye 141 hezar 739 koçberî û wiha pê de çû: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê hejmara koçberan zêde bû, bi taybet piştî ku êrîşî gundewarê navçeya Til Temirê hat kirin, ev hejmar li 70 dibistan, kamp û malên mirovên xwe hatine bicihkirin. Kampa waşokanî her ku diçe amade dibe û koçberan lê bi cih dikin."   'Pêwistiya 948 koçber bi alîkariya lezgîn heye’   Şîlan bal kişand ser koçberên ku bi hinceta alîkariyên tenduristî heye û got: "Di nava koçberan de hejmarek mezin heye bi hinceta alîkariya lezgîn e. Hejmara kesên ku nexweşiyên wan giran in 553, astengdar 127, jinên du canî 268 in. Ev hejmar pêwistiya wan bi alîkariya lezgîn heye, lê mixabin rêxistinên navneteweyî koçberan paşguh dikin û di vê rewşa zehmet de tu alîkarî pêşkêşî wan nake.”   'Pêwist e rêxistinên mirovî bi wicdan nêzî karê xwe bibin'   Şîlanê behsa amadekariya Kampa Waşokanî kir û banga alîkariyê ji rêxistinên mirovî kir û wiha got: "Niha em derbasî demsala zivistanê dibin, ji ber wê Rêveberiya Xweser, bin her konekî çîmento dike, da ku koçberan ji baran û sermayê biparêze, lê em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi wicdan nêzî karê xwe bibin û alîkarî pêşkêşî Kampa Waşokanî bikin. Heta niha tu rêxistinên navneteweyî alîkarî pêşkêşî koçberên Waşokanî nekirine. Tenê Rêveberiya Xweser û komelên herêmî kirine.”   'Kampa Waşokanî dê gundekî vekirî be'   Şîlanê da zanîn ku Kampa Waşokanî wekî gundekî vekirî yê ji bo koçberan be û wiha domand: "Kampa Waşokanî ew ê ne wekî kampên din bin, ev kamp dê wekî gundekî vekirî be. Kengî koçber pêwistiya wan bi derketina ji dervayî bajar hebe wê bikaribin derkevin û vegerin. Armanc ji avakirina vê kampê ku gelên Waşokanî bi rêxistin bikin û alîkarî pêşkêşî wan bikin û ya herî girîng ku rewşek ewlehî ji wan re biafirînin û wan bi cih bikin.”   Şîlanê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkarî pêşkêşî koçberên kampa waşokanî bikin û bi erkê xwe yê wicdanî rabin.