ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN 2019-11-23 09:01:56   *Jinên ku di nava xebatên DÎSK û Egîtîm Senê de cih digirin bal kişandin ser polîtîkayên ku şîdetê diafirîne û gotin: “Em ê li qadan xwedî li mîrateya Xwîşkên Mîrabelan derkevin û agirê têkoşînê gur bikin.” DÎMEN HEYE    * Endama Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên Mirovî Şîlan Xelef teqez kir ku rêxistinên mirovî bi erkê xwe ranabin û alîkariya koçberan nakin. DÎMEN HEYE    *Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan Sebah Şabo bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî komkujiya li dijî Ermeniyan bi bîr xist û got: "Komkujiya ermenan bi destê Împaratoriya Osmaniyan pêk hat îro jî dewleta tirk dixwaze dîroka osmaniyan zindî bike û êrîşî Rojava dike." DÎMEN HEYE    *Jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê bi cih bûne di derbarê piştevaniya wan ji Berxwedana Rûmetê re axivîn û gotin: "Dewleta tirk çi bike jî nikare îradeya me teslîm bigire. Duh Efrîn îro jî Cizîr li hember dagirkeriyê berxwedana xwe didomîne." DÎMEN HEYE    *Jinên di firoşgehan de kar dikin teqez kirin ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot kirine û gotin: "Bi boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê em zarokên xwe diparêzin."   *Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ciger, di derbarê rola jinê ya di sîstema Sûriyeyê û sîstema wekheviyê de nirxandin kir û got: "Ger di nava sîstemekê de jin û mêr wekhev bin, wê şoreş jî bi ser bikeve. Êdî jin li nirxên xwe yên azadiyê xwedî derdikevin. Wekhevî esasê guhertina zihniyeta civakan e."DÎMEN HEYE    *Herçendî dewlet-netew û mêrê serdest jinên têkoşer û şervanên jin bike armanca desthiladariya xwe jî, jin ji berxwedan û têkoşînê gav paşde navêjin. Li tevayî Cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan di pêşengiya jinan de tên destpêkirin. Di her kuştin û qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek.    *Jinan ji bo meşa ku dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Wanê di pêşengiya TJA'yê de pêk bê bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşê bibin û li dijî tundiyê biherikin qadan.  BI DÎMEN   *Nuray Şîmşek ya bi KHK’ê hatibû îxrackirin wiha got: “Em ê di 25’ê Mijdarê de bi hemû rengên xwe, coş û rihê têkoşîna xwe li qadan bin. Em ê daxwazên xwe bînin ziman.” DÎMEN HEYE    *Name Ozturk ku bi salan rastî şîdetê hat û her derî li ruyê wê hat girtin, ji bo bijî parastina cewherî pêk anî û neçar ma Kazim Aydemîr bikuje. Namze ku niha bi jinan re têkoşîna xwe didomîne got: “Ez bimrama qeder bû. Wê demê mirina wî jî qeder e. Lê qebûlkirina vê ji bo wan zehmet e. Ji bo tiştên ku 8 sal in min jiya tu kes nikare bêje qeder bû.” DÎMEN HEYE    *Di 17 sal dema desthilatdariyê de yek sererastkirineke qanûnî ya pêşî li şîdeta li ser jinan bigire nehat kirin û ji ber vê jî şîdet her diçe zêde dibe. Li Wanê di salên dawî de kuştinên jinan, ji ber helwesta darazê û pêkanînên polîsan pêk hatin.   *Jinan ji bo meşa ku di 25’ê Mijdarê de li Tunelê pêk tê bang kirin û diyar kirin ku wê li her derê cîhanê jin daxwazên xwe li kolanan bînin ziman. DÎMEN HEYE    * Berdevka Meclîsa jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da diyar kir ku AKP dixwaze pergaleke ku jin serî ditewînin biafirîne û da zanîn ku jin li hemû cîhan û Tirkiyeyê bûne pêşengên muxalefetê. DÎMEN HEYE    *Jinên li dijî şîdeta mêr serî rakirin bûn sembola berxwedanê û li dijî zext, binçavkirin û îşkenceyan bûn hêza yekitiyê. DÎMEN HEYE