'Dê têkoşîna Hevrîn û bi hezaran têkoşeran dewam bike' 2019-11-22 17:19:48   QAMiŞLO - Şêniyên Dêrîk û Malbata Hevrîn Xelef di 40'emîn roja ji destdayîna jiyana Hevrînê de merasîmek bîranînê li dar xistin û ew bi bîr anîn.   Şêniyên Dêrîk û Malbata Hevrîn Xelef di roja 40'emîn a jidestdayîna jiyana Hevrînê de merasîmeke bîranînê li Goristana Şehîd Xebat a Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê li dar xistin. Di merasîmê de malbatên şehîdan, sazî û dezgehên sivîl û endamên Partiya Sûriya Pêşeroj amade bûn.    'Em ê têkoşîna Hevrînan dewam bikin'   Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser nave Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso, li ser nave Endezyaran Mihemed Hesen, li ser nave Partiya Sûriyê Pêşerojê Hidrîn Sîno sersaxî ji malbatê re xwestin û wiha gotin: "Di kesayeta Hevrîn Xelef de em hemû têkoşerên azadiyê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malabatên têkoşerên azadiyê re dixwazin. Em berxwedana hevalên xwe yên têkoşer pîroz dibînin û em ê şoptarê rêya wan bin. Dewleta tirk tu carî nikarê me tune bike. Gelê Kurd xwediyê îradeyê ye û bi hezaran zarokên xwe fedayê vê axê kirine. Em dubarê soza xwe nû dikin û têkoşîna Hevrînan em ê dewam bikin."   "Dê têkoşîna Hevrîn û bi hezaran têkoşeran dewam bike'   Dayika Hevrîn Xelef, Suad Mihemed û xwîşka Ferhad Remedan, Evîn Remedan axivîn û wiha gotin: "Bila dewleta tirk baş bizanibe hevrînêk şehîd bû, lê wê bi hezaran Hevrîn werin bidin ser şopa wê û wê têkoşîna Hevrîn û bi hezaran têkoşeran berdewam bikin. Em ê hemû Gelê Kurd bibin yek û êrîşên ku li ser me tên kirin em ê bidomînin. Armanca dewleta tirk ne tenê Hevrîn û hevalên wê ye, armanca dewleta tirk wekheviya gelan bi giştî tunekirine.  Ji ber berxwedana Gelê Kurd wê Erdogan neghêje armanca xwe."   Merasîma bîranînê bi tilêliyên dayikan û bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.