Li Qelqeliyê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn 2019-11-22 15:43:56   WAN - Şardariya Qelqeliyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê, li kolanên navçeyê afîş daliqandin.   Şaredariya Qelqeliyê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê starta çalakiyên wê li dar bixe da. Di bernameya ku ji aliyê Komîsyona Jinan a Şardariyê û Muduriyeta Polîtîkayên Jinan ve hat amdekirin de îro çalakiya yekem a daliqandina afîşan hat lidarixistin.  Çalakiya daliqandina afîşan ku îro hat kirin ji aliyê Hevşaredar Dîlan Ogrencî, endamên Meclisa Şaredariyê ve pêk hat.   Herwiha wê di nava hefteyê de di çarçoveya bernameyê de Navenda Çanê ya Jinan bê vekirin, ji jinan re civîn bên lidarxistin û afîş li esnafan bên belav kirin.