Rapora ÎKD'ê ya Mijdarê: Herî kêm 9 jinên di bin parastinê de hatin qetilkirin 2019-11-22 14:21:58   STENBOL - ÎKD'a ku rapora xwe ya meha Mijdarê ya derbarê qetilkirina jinan, tecawiz û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan de aşkera kir, diyar kir ku li Tirkiyeyê di 6 mehên ewil ên sala 2019'an de 100 jin ji aliyê ferdên malbata xwe ve hatine qetilkirin. ÎKD'ê herwiha diyar kir ku di 7 mehên ewil ên sala 2019'an de jî herî kêm 9 jinên di bin parastinê de hatine qetilkirin.   Komeleya Jinên Pêşverû (ÎKD) rapora xwe ya meha Mijdarê ya derbarê qetilkirina jinan, tecawiz û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan de aşkera kir.  ÎKD'ê di rapora xwe ya ku li ser înternetê parvekir de tundiya li ser jinê ku tê meşandin ji raya giştî re ragihand.    ÎKD'ê da zanîn ku di Rapora Pêşketina Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hat aşkerekirin de hatiye diyarkirin ku ji bo jinan cihê herî xeter mal û malbat in. Di roporê de hat diyarkirin ku parastina ji bo jinê têr nake.  ÎKD'ê destnîşan kir ku di raporê de sal bi sal tundiya li dijî jinê zêde dibe. Jinan di raporê de destnîşan kir ku ji ber gotinên paşverû yên AKP'ê û gotinên der barê jiyana jinê de rê li pêş tundiya li ser jinê vedike û kesan ji bo tundî li jinê bê kirin sor dike.   'Herî kêm 289 jin hatine qetilkirin'   ÎKD'ê da zanîn ku li gorî agahiyên çapemeniyê di sala 2018'an de 440 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 317 jin bi êrîşa zayendî re rûbirû man. Jinan wiha cih da raporê: "Di sala 2018'an de Hezar û 217 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane hatin. Di 9 mehên ewil ên 2019'an de herî kêm 289  jin hatin qetilkirin. Di Tebaxê de herî kêm 41  jin hatin qetilkirin. Jin herî zêde ji aliyê ferdên malbata xwe û mêrên bi wan re hatine zewicandin ve hatine qetilkirin. Dema jinê xwestiye hevjînê xwe berde û jê bi qete hatiye qetilkirin. Di nêviyê sala 2019’an de 378  zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di 2019'an de 299  jin hatin kuştin. Sal bi sal kuşyins jinan zêde dibr. Suleyman Soylu, diyar kir ku di navbera 2016 û tebaxa 2019'an de Hezar û 167 jin hatine kuştin. Ji sedî 63,5 kujerê kesê pê re hatiye zewicandin û hevalê wê ne. Ji sedî 32’ jî xizmên wê ne.    Di 6 mehan de 100 jin hatin qetilkirin   Li gorî rapora Lêkolîna Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Yekîneyea Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin, hat diyar kirin ku cihê talûke mal û malbat in. Li gori rapora wan di sala 2017’an de ji sedî 60 ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin. Di 6 mehên ewil ên 2019'an de 100 jin li Tirkyeyê hatine kuştin.   Li gel parastinê hatin qetilkirin    Di 3 salên dawî de 20 jin li gel di bin parastinê de bûn hatin kuştin. Li gorî daneyên Baroya  Stenbolê herî kêm 1840 jin bi tundiyê re rûbirû mane û ji ber vê yekê biryara parastinê stendine. Li gori daneyên çapemeniyê di 2019’an de herî kêm 9 jin li gel parastinê dîsa hatine kutin.