Jinên Rojava bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kirin 2019-11-22 14:17:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Kongreya Star Jinên Rojava bi daxuyaniyekê bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê eşkere kirin.   Sazî û Rêxistinên jinên Rojava bi pêşengiya Kongreya Star îro li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û bi daxuyaniyekê bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi dirûşma "Na ji tundiyê re, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkeriyê û faşîzmê hilweşînin" diyar kirin. Di daxuyaniyê de Endamên Kongreya Star, Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Suryan, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Tevgera Jinên Ciwan, Koordînasyona Jinên Xweseriya Demokratîk  û Jinên Komunîst ên Şoreşger tev amade bûn. Jinan çalakiyên xwe diyarî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Hevrîn Xelef a ku bi awayekî hovane hat qetilkirn, kir. Daxuyanî bi sê zimanan hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:    "Xwişkên Mîrabal, 59 sal berê li Komara Domînîkê ji têkoşîna bêhempa ya ku li hemberî dîktatoriya Trujillo dihate meşandin re pêşengtî kir. Nehiştin ku ev dîktatorî jiyana wan û rêgezên wan teslîm bigire. Ji gelên xwe re hîn kirin ku di oxira demokrasî û azadiyê de têkoşîna siyasî û rêxistinî bidin meşandin û dan naskirin ku divê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Piştî mirina wan 6 heyv şûnde, gelên Domînîkê dawî li dîktatoriyê anî. Xwişkên Mîrabal, mirina xwe da ber çavan û ev têkoşîna ku dane meşandin, gihandin armancê. Îro jî ew, li hemû dinyayê  bûn "perperikên" hêvî û baweriya ew jinên ku li hemberî dîktatoriyên faşîst şer dikin. Li hemberî bîranîna Xwişkên Mîrabal ên ku di 25'ê Mijdara sala 1960'an de bi komployekê hatin qetilkirin û hemû jinên ku jiyana xwe ji bo têkoşîn û azadiyê dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Sara, Sêvê û Hevrînên ku di rêya asaleta Xwişkên Mîrabal de meşiyane, bi minet silav dikin.   'Çalakiya 25'ê mijdarê diyariyê dayê Aqîde, Hevrîn û Amara dikin'   Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû çalakiyên 25'ê Mijdarê yên îsal diyarî hevala xwe ya ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, hevala xwe ya li hemberî tarîtiya faşîzma dewleta tirk şer kiriye şervana YPJ'ê Amara Rênas û endama Meclisa Edaletê ya Jinan Dayê Aqîde dikin. Van hevalan  ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  aştiyeke bi rûmet, yekitiya demokratîk û jiyana hevbeş a wekhev pêk anîn; bi rêgezî û awayekî wêrek têkoşîn kirin. Ew jî, wekî Sarayan ên ku li dijî faşîzma 12'ê Îlonê li ber xwe dan, wekî Sêvêyan li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe dan û dîsa wekî Xwişkên Mîrabal ên ku li hemberî dîktatoriya Trujillo serî netewandin û li ber xwe dan, bûn ispata şoreşa Rojava ya 9 salan ku şoreşa jinan e. Ew bûn qehremanên jiyana birûmet û wekheviya gelan. Ji bo rûmet û wekheviya gelan mirina xwe jî dane ber çavan. Êdî ew sonda me ya ku em ê teslîmî êrîşkariya dagirker a Erdoganê faşîst nebin. Ji bo bîranîna wan, em ê çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdara îsal bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" li dar bixin.   'Dagirkerî û şer tundiya birêxistinkirî ya ku li ser giştî gelan û jinan didin ferzkirin e'   Di têkoşîna şoreşa 9 salan de, dijminên herî mezin ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ bi xwe bû. Piştevaniya herî mezin a DAIŞ'ê dîktatoriya faşîst Erdogan e. Ev êrîşên ku 9'ê Cotmeha 2019'an li ser xaka me dest pê kir, hemleya nû vê îtîfaqa kirêt a li dijî şoreşê ye. Armanca wan ew e; şerê ku tundiya herî mezin îfade dike, li ser axa me bidin berdewamkirin. Ev 9 salên herî dawî, em baş dizanin ku faşîzm, dagirkerî û şer tundiya  birêxistinkirî ya ku li ser giştî gelan û jinan didin ferzkirin. Ew jinên ku bi tundiya şexsî re rû bi rû dimînin, berhemên zîhniyeta faşîst in û berhemên ev tundiya birêxistinkirî ne. Encama van tundiya hatine birêxistinkirin;  koçkirin, guhertina demografiyê, hilweşandina ekolojiyê, bêkarî, krîza aborî, xespkirina mafên tenduristiyê û perwerdeyê û îhlalkirina mafên mirovan  îfade dikin. Îro, her cure tundiyê di her kêliya jiyana xwe de, em dibînin. Bi têkoşîneke bêhempa em li ber xwe didin.   'Em ê bi berxwedana Hevrînan faşîzm û dagirkeriyê têk bibin'   Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî şoreşa gel û jinan di 9'ê Cotmeha 2019'an hemleyeke li dijî şoreşê dest pê kir. Em ê li hemberî vê dij-şoreşê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê, ji bo bîranîna Hevrînan modela siyaseta demokratîk, ji bo bîranîna Amarayan xeta parastina cewherî, ji bo bîranîna Dayê Aqîde demokrasî û edaletê bi pêş bixin. Çawa ku gelên Domînikê, ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabal dîktatoriya Trujillo hilweşand, wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo bîranîna Hevrînan dîktatoriya faşîst a Erdogan hilweşînin. Em dibêjin: Dagirkerî tundî ye, em ê bi berxwedana Hevrînan faşîzm û dagirkeriyê têk bibin. Em dizanin ku têkoşîna me parçeyek ji têkoşîna ku li hemû aliyên cîhanê yên ku li hemberî dîktatoriya faşîst disekine. Em bi vê têkoşînê xurt dibin. Ji bo wê jî em ji hemû jinên cîhanê re bang dikin em tekoşîna hiqûqî ya hevbeş bidin meşandin da ku Erdogan ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin. Ji bo têkoşîna me, piştevaniya jinên cîhanê em silav dikin û em bang li wan dikin da ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û em têkoşîna xwe xurttir bikin.   Li ser vî esasî, em bang li hemû jinên cîhanê dikin da ku li hemberî tundiya dewletê ya birêxistinkirî, li hemberî faşîzm, mêtingerî û polîtîkayên dagirkirinê û her cure tundiya li ser  jinan tê meşandin, em têkoşîna xwe mezin bikin.”   Bijî şoreşa jinên Rojava.   Bijî yekitiya demokratîk a gelan.   Jin jiyan azadî.”   Bernameya çalakiya 25'ê Mijdarê wiha ye:   1-  Di 22’yê mehê de, saet di 11.00'an de, daxuyaniya 25’ê Mijdarê dê were xwendin. 2-  Di 23’yê mehê de, saet di 10.00'an de, munesekiya Jinan a Rêveberiya Xweser-semîner li Salona Zana, 23’yê mehê li heremê Firatê daxuyaniya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê dê bê xwendin. 3-  Di 24’ê mehê de, saet di 11.00'an de însiyatifa dengê jina li ber Desteya Jinê daxuyaniyê dê bide. 4-  Di  25’ê mehê de, li bajaran meş dê çêbibin. 5-   Di 26’ê mehê de, HPC semînerekê dê bide, jinên Serêkaniyê û Kongreya Star bi hev re daxuyaniyê dê bidin. 6-   Di 28’ê mehê de, Munazama Sara li Qamişlo û Weqfa Jina Azad li kampa koçberan dê daxuyaniyekê bidin. 7-   Di  30’ê mehê de Saziya Malbatên Şehîdan dê li goristanên şehîdan daxuyaniyan bidin. 8-    Di  1’ê Kanûnê de Yekitiya Jinên Suryan dê daxuyaniyê bide. 9-    Di  2’yê mehê de Meclisa Bakur û Rojhilata Sûriyê dê piştgiriyê bide YPJ’ê. 10-   Di 3’yê Kanûnê de çalakiya Rêxistina Jinên Ciwan bê lidarxistin. 11-    Di 4’ê  Kanûnê de çalakiya KPC’ê ji bo zarokan ew ê bê lidarxistin. 12-   Di 5’ê Kanûnê de komcivîna Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ew ê pêk were. 13-   Di 6’ê Kanûnê de çalakiya Meclisa Jinan a Edaletê ew ê pêk were.  14-   Di 7’ê Kanûnê de  çalakiya jinên partiyên siyasî ewê bê lidarxistin. 15-   Di 9’ê Kanûnê de daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê heye. 16-   Di 10’ê Kanûnê de daxuyaniya Munazama Sara li ser Hevrîn Xelef heye.