Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeraya Komarê dan 2019-11-22 14:01:49   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê girtî ne, ji bo ku bi xizmên xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiv ji serlêdana parêzeran a hevdîtinê re nayê dayîn.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan  û vasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê girtî jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Emîn Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn û keça xwe Eylem Çetîn a xwişka Veysî Aktaş bi rêya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin.    Malbatan herî dawî di 12'ê Tebaxa 2019'an de bi munasebata cejnê, li Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Serlêdanên malbatan ên ji 12'ê Tebaxê ve tên kirin, tên redkirin.    Her wiha parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah  Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç jî ji bo ku muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal û Rezan Sarica piştî 8 salan, di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.    Ji 7'ê Tebaxê ve ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiv ji hemû serlêdanên parêzeran re nayê dayîn.