Ji Platforma Jinê ya Enqereyê banga 25'ê Mijdarê 2019-11-22 13:05:31   ENQERE - Platforma Jinê ya Enqereyê ji bo çalakiya ew ê di 25'ê Mijdarê de li Kolana Sakaryayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.    Platforma Jinê ya Enqereyê ji bo çalakiya ew ê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li Kolana Sakaryayê bê lidarxistin daxuyaniya çapemeniyê da û banga tevlîbûnê kir. Daxuyanî li Navenda Giştî ya Yekîtiya Mulkiyeliler hat dayin.    'Jinên ku dibêjin 'Em dixwazin bijîn' dengê wan nayê bihîstin'   Esma Çaglak li ser navê platformê daxuyanî xwend. Esmayê wiha got:"Li dijî polîtikayên dijminatiya jinê dike em ê li qadan bin. Li kuçe, dibistan, cihê kar, malê her dem jin bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Jinên ku dibêjin 'Em dixwazin bijîn' dengê wan nayê bihîstin. Em li ber deriyên dadgehan nobetê digirin ji ber ku polîtikayên bêcezabûyinê û her wiha daxistina halê baş tê kirin. Di heman demê de fatureya gelek tiştan li jinê tê birîn. Yek van aborî ye. Di destpêkê de fature li jinan tê birîn û jin  di warê aboriyê de tengasiyê dikşîne.    Ji bo beşdarbûyinê bang hat kirin   Esmayê herî dawî diyar kir ku li dijî talan, tecawiz, şer, îstismara li dijî zarokan ew hemû jinan vedixwînin kolanan û wiha got:"Werin em li dijî tundiyê saet di 18.00'an de li ber Şaredariya Çankayayê bên gel hevdu û em dengê xwe bilind bikin."