Jin li Stenbolê di 25'ê Mijdarê de li Tunelê kom dibin 2019-11-22 09:31:29   STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê Pinar Turk, ji bo mîtînga ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê banga tevlîbûnê kir û da zanîn ku ew hemû jinan saet di 19.00’an de dipên Tunelê.   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê  nêz dibe û li gelek cihan jî çalakî didomin. Li Stenbolê jî wê gelek çalakî pêk bên. Jin ji serê meha mijdarê de heta îro panel, semîner û civînên xwe pêk anîn. Li Stenbolê jin îsa jî di 25’ê Mijdarê de saet di 19.00’an de li Qada Tunelê tên cem hev. Berdevka Meclîsa jinan a Stenbolê ya HDP’ê Pinar Turk der barê 25’ê Mijdarê de axivî.   ‘Em jin dixwazin bijîn’   Pinarê diyar kir ku şîdeta li ser jinê pirsgirêkek navneteweyî ye û got: “Jin ji ber şîdeta dewlet û mêr gele pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê jî 25’ê Mijdarê gelek girîng e. Em jin dibêjin ku dixwazin bijîn. Divê em dengê xwe hîn bêtir bilind bikin. Em bêguman çalakiyên xwe bi 25’ê Mijdarê sînor nakin. Em ê li her derê çalakiyên xwe bidomînin.”   ‘Parastina cewherî maf e’   Pinarê balkişand ser girîngiya parastina cewherî û wiha pê de çû: “Jin ji bo jiyan û qada jiyana xwe neçarin parastina cewherî bikin. Em wek maf li parastina cewherî dinêrin. Mafekî ku divê bê qebûlkirinê ye. Jinên ku ji bo nemirin, dikujin hene. Divê jin qêrîna parastina cewherî hîn bêtir bilind bikin. Jin divê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin."   ‘Em bang li hemû jinan dikin’   Pinarê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li sê herêmênên Stenbolê û hemû navçeyên wê xebatên xwe bidomînin û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de saet di 19’an de li Qada Tunel a Taksîmê bên cem hev.”