Ciwanên Mêrdînê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin 2019-11-22 09:29:18   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Jinên Ciwana Mêrdînê ya HDP’ê Sultan Irmak da zanîn ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de di 24’ê Mijdarê de li qadan bin û banga tevlîbûnê li jinên ciwan ên Mêrdînê kir.   Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê ya Mêrdînê wê di 24’ê Mijdarê de li ber Wargeha Xwendekarên Keç a Saziya Wargeha Krediyê (KYK) bên cem hev û mîtîngekê pêk bînin. Sultanê da zanîn ku wê bi wesîleya 25’ê mijdarê li dijî her cureyê şîdet û zextên li hember jinan li qadan bin.   Sultanê wiha berdewam kir: “Em hemû jinên Mêrdînê dipên mîtîngê. Şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe. Di rojên borî de jinek ciwan ji aliyê mêrekî ve hat qetilkirin. Ji bo ev bi dawî bin jin têdikoşin. Xebatên me jî didomin. Wê her tim jî bidome. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîşên li hember jinan di bin sîwaneya jinên ciwan de bên cem hev.”   ‘Em ê serî netewînin’   Sultanê bi lêv kir ku di têkoşîna azadiyê de jinên ciwan faktor in û wiha got: “Ji bo em vê zîhniyeta serdest a mêr bişkînin divê ewil em xwe û piştre jî kesên derdora xwe bikin xwedî hişmendî. Ji bo vê jî em dixebitin. Divê hemû jinên ciwan bizanbin ku pêşengên civakê jin in. Bêyî jin jiyan nabe. Di vê pêvajoyê de dixwazin her tim qada jiyanê teng bikin. Ji bo ev zext bi dawî bibin em têdikoşin. Ji ber vê em li vir in. Em tu car jî serî natewînin.”