Du jin û têkoşînek: Li dijî zîhniyeta serdest yekane rê piştevanî ye 2019-11-22 09:26:55   Hîkmet Tunç   WAN - Nazîme û Gulistan ku di temenê biçûk de hatin zewicandinû rastî şîdeta sîstemtematîk hatin, dest ji hevjînên xwe berdan û deriyek nû li jiyana xwe vekirin. Her du jinan piştre ji xwe re kargeh vekirin û diyar kirin ku yekan rê piştevaniya jinê ye.   Nazmiye Abî û Gulîstan Orhan li navçeya Elbaka Wanê li heman taxê hatin dinê. Her du jî di temenê zarokatiyê de hatin zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hatin. Nazmîye û Gulîstan ji ajansa me re qala jiyana xwe kirin.   Nazîme, diyar kir ku dema hatî zewicandin hêj zarok bû û wiha got: “Min qet jê hez nekir. Her tim rastî şîdetê hatim. Hevjînê min nedixebitî. Ez rastî şîdeta aborî jî hatim. Ez bi saya hemşîreyek li nexweşxana dewletê dixebitî xilas bûm. Min li nexweşxanê karek dît. Ez di alî aborî de li ser piyan sekinîm. Gotinên derdorê min nekir pirsgirêk. Navçeya me biçûk bû. Mehra min ya fermî tunebû. Min dest ji hevjînê xwe berda. Ez li dijî nêzîkatiya derdor her tim di nava têkoşînê de bûm."   'Tu astengî pêşî li têkoşîna min negirt'   Nazîmiyê piştre wek encama meclîsa şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dest bi peywirê kir û wiha axivî: “Dema bûm encama meclîsê ji aliyê qeymeqamê demî ve hatim tehdît kirin. Ji ber ku ez li nexweşxanayê Kurdî axivîm, ez ji nexweşxaneyê hatim avêtin. Derbarê min de lêpirsîn hatin vekirin. Hîna dozên min didomin. Lê tu astengiyê pêşî li têkoşîna min negirt. Ez tu car dest ji têkoşîna xwe bernadim. Civaka azad bi jina azad pêkane.”   Her tim bi şîdetê re rûbirû ma   Gulîstanê jî da zanîn ku hevjînê wê carek din zewiciye û her tim bi şîdeta fîzîkî re rûbirû maye û wiha dom kir: "Zarokek min hebûn. Cihê ku ez biçîm tunebû. Ez gelek caran bi şîdetê re rûbirû mam. Min derfet dît ku ez polîsan geriyam. Polîs hatin lê rewşa min gelek xirab bû. Polîsan cezayê dûrxistinê da hevjînê min. Lê nehat girtin. Ez her tim rastî tehdîdên mirinê re rûbirû mam. Ez ji mirinê xilas bûm. Piştre min dest ji hevjînê xwe berda."   'Piştevaniya jinê girîng e'   Ji bo Gulîstanê jiyaneke nû dest pê kir û dest bi xebatên siyasî kir. Gulîstan dema bû seroka DBP’ê ya navçeyê jiyana wê bi tevahî guherî û wiha bilêv kir: "Bi xebatên siyasî re guherînên mezin çêbûn. Gele jinên wek min rastî şîdetê hatibûn hebûn. Wan hêz didan min. Navçeya me biçûk bû. Demekê em bi mêran re li ser heman sifreyê rûnediniştin. Lê niha ji bo min gelek tişt guherin. Piştre bi Nazîmeyê re me li navçeyê navendeke xweşikbûnê vekir. Yekane riya li dijî zîhniyeta serdest a mêr piştevaniya jinê ye.”