Nûra El- Elî: Berê dagir dikin piştre didizin 2019-11-22 09:20:43   Ronîda Hecî   HESEKÊ - Ji ber êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên ser gundê Bab El-Xêr sivîl neçarî koçberiyê bûn. Nûra El-Elî ya ji gund hat koçberkirin got: "Ez nan ji bo lawiran hişk dikim û li hêviya vegerê me."   Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser gundê Bab El-Xêr ê girêdayî navçeya Til Temirê, sivîl rastî koçberiyê hatin. Jina bi navê Nûra El-Elî ya hat koçberkirin niha li kampa Waşokanî dijî. Nûrayê diyar kir ku dê kesên bajarên wan dagir dikin bin bikevin û ew ê vegerin warê xwe û wiha got:"Berê dagir dikin piştre didizin. Lê ev yek dê ji wan re nemîne. Ew ê hesabê vî tiştî bidin û cezayê xwe bikişînin."   'Lawir jî ji hovîtiya wan xilas nabin'   Nûrayê ya ku ji roja destpêkê li kampa Waşokanî bi cih bûye nanê zêde hişk dike û wiha vegot: "4 berxê min hene, ji ber tank û topên dewleta tirk, min nikarîbû wan xelas bikira. Heta lawir jî ji hovîtiya wan xelas nabin."   'Armanca sereke ya dagirkeran dizî ye'   Nûrayê diyar kir ku dema nanê zêde li kampê dimîne ji lawirê xwe re hişk dike û wiha pê de çû: "Dema ez hatime kampê nanê zêde dimîne ji bo lawirên xwe hişk dikim. Ez dibêjim niha birçî ne, wê rojek were û em ê vegerin gundê xwe, ne dûr e, lê ez lawirên xwe li gund nabînim, ji ber artêşa tirk û komên girêdayî wê armanca wan ya sereke dizî ye, ew xwe li ser mal û milkê sivîlan xwedî dikin."   'Bi navê islamiyetê dagirkerî û diziyê dikin'   Nûrayê diyar kir ku artêşa tirk û komên girêdayî wê tu pîvanê islamê li gel wan nîne û wiha domand: "Artêşa tirk û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra zarok, jin, kal û pîr qetil dike, mal û milkên sivîlan didizin. Bi hezaran sivîl ji malên wan koçber kirin. Ev ne di pîvanên islamiyetê de ye. Heta lawir ji hovîtiya wan xelas nabin, me bi çavê xwe didît çawa li lawiran didan. Ez lawirên xwe ji bîr nakim ji ber ku bi keda destê xwe ya bi salan min wan xwedî kir û debara xwe û zarokê xwe bi wan dikir. Bi navê islamiyetê dagirkerî û diziyê dikin."   'Bêdengiya dewletan razîbûna wan nîşan dide'   Nûrayê da zanîn ku xak xaka bav û dêya wê ye, ew ê azad li ser xaka xwe bijîn û wiha dewam kir: "Di pîvanê tu dewletan de tune ye ku mafê jiyanê ji xwediyê wê axê bê sitandin. Lê dagirkerî li ber çavê her kesî zarok û jinê qetil dike û tu kes dengê xwe nake. Em ketin ferqê îro dewlet giştî li gorî berjewendiyê xwe bêdeng mane û piştgiriyê didin êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê."   'Me rêka berxwedanê hilbijartiye'   Nûrayê di dawiya axaftina xwe de peyamek ji raya giştî re şand û wiha got: "Em li ser xaka xwe bi azadî dijiyan. Îro dewleta tirk, çete ji tevahî cihanê kom kiriye û li dijî me bi kar tîne û xaka me dagir dike. Me rêka berxwedanê hilbijartiye, em ê heta dawî li ber xwe bidin û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin."