Ji Endama Heyva Sor a Kurd Henûf Şahir çend bîranînên Berxwedana Rûmetê… 2019-11-22 09:17:33   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Heyva Sor a Kurd Henûf Şahir Birahîm kêliyên xilaskirina birîndarên Serêkaniyê û hestên xwe vegot. Henûfê teqez kir ku ew ê li hember hemû rengên êrîşan têkoşîna wan bidome û wiha got:"Ev êrîşên ku li ser gelê kurd pêk tê tenduristî û destkeftiyên gelê krd hedef digire. Ev êrîş hovane ne. Tenê çareserî ew e ku li dijî van êrîşan em bibin yek û em li berxwe bidin."   Berxwedana rûmetê didome, li hember êrîşên dewleta tirk û komên wê berxwedan mezin dibe. Endamên tendrustiyê ji bo parsatina jiyana xwe mirovan kedek mezin didin. Endama Heyva Sor a Kurd a naveçya Til Temirê Henûf Şahir Birahîm ev  5 sal in xebatê tenduristiyê dike û di Hemleya Xezeba Firatê û Bagera Cizîrê de cih girtibû û îro jî di berxwedana rûmetê de cih digire û tevî hevalên xwe tevî ewqase zehmetî û dilêşî jiyana bi sedan şervan û sivîlên birîndar xilas kiriye.   '24 saetan em li ser lingan û di tevgerê de bûn'   Henûfê diyar kir ku bêyî teredud û bi wîjdan û exlaq di xilaskirina jiyana mirovan de ked dide û wiha dom kir: "Berî ku dewleta tirk dest bi êrîşên xwe yê hovane yên li ser sivîlên Rojava bide destpêkirin em 24 saet bê navber dixebitîn. Ji destpêka êrîşê ve ne tenê endamê heyva sor hemşîre û kesên ku tip xwendibûn hemiyan berê xwe dan nexweşxaneya me da ku jiyana bi sedan mirov xilas bikin. Her kesê xwedî wîjdan di vê rojê de derketin û alîkarî dan sivîlan."   'Bi zanebûn sivîl hedef tên girtin'   Henûfê teqez kir ku balafir û topên Erdogan sivîl û taybet jin û zarok qetil kirin û wiha pê de çû: "Sivîl taybet jin û zarok xeta sor in pêwîst bû tu kes destdirêjî li wan neke û bi tu awayî neyên êşandin, lê dewleta tirk û çeteyên wê bi zanebûn sivîlên Serêkaniyê bombebaran kir û bi dehan jin û zarok birîndar bûn. Erdogan li ber çavên raya giştî xeta sor derbas kir."   'Ji ber ku sivîl parçe parçe bûbûn nedihatin nasîn'   Henûfê diyar kir ku gelek caran birîndar û şehîdên sivîl ji ber ku parçe parçe bûbûn nedihatin nasîn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Erdogan bi hemû hovetiya xwe êrîşî sivîlan kir. Di encama topbaran û bombebarana li ser Serêkaniyê gelek sivîlên birîndar û şehîd dihatin nedihatin naskirin, yan serî, ling û destê wê/î çûbû yan jî tenê dest û ling û laş ku parçe parçe bûbû diman. Carekê malbatek ku balafirên şer ew bombebaran kiribû anîn nexweşxaneyê tu kesî ew nas nekirin. Dîmenên bi çav ku me dîtin dilê mirovan dişewitîne û por spî dike."   'Me jiyana xwe xist xetereyê da ku jiyana sivîl û şervanan xilas bikin'   Henûfê da xuyakirin ku di cîhanê de qedexe ye ku ambulansên tenduristiyê werin hedefgirtin, lê dewleta tirk tevî ku ev tişt zanîbû hedef girt û wiha dewam kir: "Me jiyana xwe dixist xeteriyê da ku birîndaran xilas bikin û jiyana mirovan bi dawî nebe. Di cîhanê de hedefgirtina ambulansên tenduristiyê qedexe ye lê Erdogan hemû xetên sor derbas kir, ambulansên me hedef girtin û endamên me jî birîndar kir û beşek jê jî ji ber hovitî û bombebarana balafirên wî şehîd bûn."   'Xwestin qêrîna jin û dayikan bêdeng, xeyal û hêviyên wan bingor bikin'   Henûfê aramanca hedefgirtina ambulansên tenduristiyê wiha rave dike:"Aramanca Erdogan ew bû ku sivîl û şervanên birîndar neyên dermankirin û jiyana xwe ji dest bidin. Armanca wî ew bû ku gel bi temamî qir bibe. Xwestin qêrîna jin, zarok û dayikan bêdeng bikin, xwestin birînên wan xwê bi ser de bireşînin, xeyal û hêviyên wan di siberojeke azad û jiyaneke bi rûmet de bingor bikin."   'Dema ku bi hewara birîndaran ve çûn ew jî birîndar bûn'   Henûfê roja ku endamên wan diçin birîndarên Serêkaniyê xilas bikin ew jî birîndar dibin û wiha bi bîr xist: "Her roj em birîndar dibûn, ekîbên me bêyî teredud berê xwe didan qadê şer û birîndar ji wir derdixistin, tevî ku dihatin hedefgirtin birîndar û şehîd jî dibûn, lê bi israr bûn ku jiyana wan şervan û sivîlan xilas bikin. Rojekê saet di 22:00'ê bi şev gotin birîndar hene 4 endamên me xwe amade kirin û berê xwe dan Serêkaniyê da ku birîndaran bînin, tevî ku dizanîbûn wê birîndar, şehîd ango ji aliyê çeteyan ve werin girtin jî, lê gav şûnde neavêtin û dewam kirin. Dema ku digihêjin gundê Esediyê berî Serêkaniyê bi kîlo metrekî ye ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta tirk ve tên bombebarkirin, endamek ji ber birîna xwe ya giran şehîd dibe û 3 endamên din jî birîndar dibin, birînên wan di navbera sivik û giran de bûn."   'Dema ku me birîndarên xwe dîtin gotin li pêş birîndar hene jiyana wan di xeteriyê de ye'   Henûfê qala wan kêliyên ku çûn hevalên xwe yên birîndar bînin kir: "Dema ku hevalên me birîndar bûn berî ku ez bibihîsim min hîs kir ku tiştek ji wan hatiye. Piştî çend deqeyan ew hevalên ku çûbûn li min geriyan û gotin ku ew bi giranî birîndar bûne, wê demê ez û Şêrîn û ajokar bi lez ketin ambulansê û me berê xwe da cihê bombebaranê. Di rê de gelek xeyal di serê min de çêbûn, ez tirsiyam ku em werin girtin, yan jî revandin an jî werin bombebarankirin, ji tirsa çongên me dilerizîn, lê dîsa jî min got çi dibe bila bibe ya girîng em niha jiyana hevalên xwe ji xeteriyê rizgar bikin û wan derman bikin. Di rê de û li nêzî gundê Salihiyê em 10 deqeyan sekinîn ji ber ku balafirên keşfê digeriyan paşê me dewam kir. Dema ku em gihaştin birîndarên xwe me bi lez ew rakirin, rastî ew di kêliyên dawî yên jiyana xwe de bûn, lê em di wextê de gihaştin wan. Dema ku me dîtin gotin ku birîndar li pêş hene wan jî xilas bikin. Tevî ku ew birîndar bûn, lê bi jiyana birîndarên din jî difikirîn."   'Bûyera herî bi êş sê bira di heman kêliyê de şehîd bûn'   Henûfê got ku di rojekê de sê xortên malbatekê şehîd bûn êşa ku wê malbatê dît tu kesî nedît û wiha berdewam kir: "Her roj zarok sêwî dimînin û çavên dayikan li riya zarokên xwe bû. Hevjîn û zarok li benda vegera hevser û bavê xwe bûn. Rojekê sê bira bi hev re di çeperekê de şehîd bûn, agir bi kezeba bavê wan ket, lê dîsa bavê wan got ku xaka welat şêrîn e ew rûmeta me ye, were xwestin jî ez ê jî canê xwe feda bikim. Bi dehan mîna van serpêhatiyan di berxwedana rûmetê de hatin jiyîn. Hin caran jî li ber emeliyatên ku me ji şervan û sivîlan re çêdikirin em digiriyan, pir zora me diçû zarok sêwî diman û kezeba dayikan dişewitî."   'Roja reş.. roja hedefgirtina karwana sivîlan'   Henûfê şehîd û birîndarên karwana sivîlên ku çûn Serêkaniyê bi bîr anî û wiha bi lêv kir: "Gel taybet jinên Herêma Cizîrê berê xwe da Serêkaniyê da ku piştgiriyê bidin şervanên xwe, lê mixabin ji aliyê dewleta tirk ve hatin bombebarankirin û bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Mirov çiqasî bêje dewleta tirk hov e dîsa jî hindike."   'Hêvî mizgîniya serkeftinê ye'   Henûfê got ku bûyerên ku dîtin bedenê mirov li ber dilerizî û ditevizî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jiyan bi çend top û bombebaranan ranaweste, hêviyên di dilê mirovan de mizgîniya serkefinê dide. Ji ber wê em natirsin û li hember hovitiyê em ê bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî rabin heta ku cîhan dengê me bibihîse û dagirkeriya dewleta tirk rawestîne."