Tenduristvan Rozerîn Çatak: Azadiya civakê bi azadiya jinê re pêkan e 2019-11-22 09:10:03   Medya Uren    AMED - Endama SES’ê û tenduristvan Rozerîn Çatak bi minasebeta 25'ê Mijdarê banga yekîtiya jinê kir û got: "Divê di her qadên xebatê de perwerdeya wekheviya zayendî were dayîn. Ji ber ku azadiya civakê, bi azadiya jinê re pêkan e.”   Xebatên amadekariyên pêşwazîkirina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê didomin. Sazî û rêxistinên jinan banga têkoşîna li dijî şîdetê kirin. Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û tendirûstvan Rozerîn Çatak bi minasebeta 25’ê Mijdarê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên şîdetê.    ‘Li hemberî jinê polîtîkayên şîdetê tên afirandin’    Rozerîn, diyar kir ku li her qada jiyanê li hemberî jinê polîtîkayên şîdetê tên meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mijara herî girîng ya îsal, şer û bûhabûne û bandoreke mezin li ser civakê dike. Em şahidin ku şer tê wateya koçberî, mirin û gelek cûre xirabûna civakê. Dixwazin bandora qeyranê bi şer binirxînin. Li her qada jiyanê qeyraneke mezin, pevçûneke nîjadperest û zayendperstî hatiye avakirin. Bi taybetî li ser jinê bi bandor dibin.”   ‘Êrişê ked û bedena jinê dikin’   Rozerîn, destnîşan kir ku bi qeyranan re şîdeta li hemberî jinê jî her ku diçe mezintir dibe û wiha axivî: “Bi xizaniyê re jin dibin mehkûmê mal û mêran. Êrîşa li ser ked û bedana jinê zêdetir dibin. Her wiha bi derxistina qanûnan jî şîdet û êrîşên zayendî tên meşrûkirin û tên normalîzekirin.  Hişmendiya zayendpareziyê enjekteyê civakê dikin.”   ‘Divê têkoşîna jinê bibe yek’   Rozerîn, daxuyand ku niha li hemberî destkeftiyên jinan êrîşek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro êrişê pergala hevserokatiyê tê kirin. Em dibînin ku îktidar hertim êrişê deskeftiyên jinê dike. Bi girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman re komeleyên jinan, cihên ewlehiyê yên jinan hatin girtin. Ji bo dîtina polîtîkayên wan ev kiryarane bes in. Li mal, dibistan, nexweşxane, kolan, îbadetxane û di her cihê de şîdeta li hemberî jinê mezin dibe, sedem bi xwe jî iktidar e. Divê bê zanîn ku heta civak bi hişmendiya zilam were bi rêvebirin wê li vir newekhevî, koletî û şîdet serdestbe. Divê li hember vê hêza me û têkoşîna me bibe yek.”   ‘Perwerdeya wekheviya zayendî hewceye’    Rozerîn, destnîşan kir ku dê di 25’ê Mijdarê de li qadan daxwazên xwe bînin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cihên ku em dixebitin, bêtir şîdet, biçûkxistin, newekhevî û êrîşên zayendî pêk tên. Em di her qadên jiyanê de nûnertiyeke hevpar dixwazin. Li hember mobîng, şîdet, tacîz û îstismarê divê xebat werin dest pê kirin. Divê di her qadên xebatê de perwerdeya wekheviya zayendî were dayîn. Divê jin bi xwe biryaran bide. Azadiya civakê, bi azadiya jinê re pêkan e.”