Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Lîna Ebdil El-Wehab hat birîdarkirin 2019-11-21 18:36:11   QAMIŞLO - Endama  Partiya Sûriya Pêşerojê  û Endama Meclisa Qanûnsaz a Meclisa sivîl li Dêrezorê Lîna Ebdil-El Wehab ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ve bi du guleyan hat hedef girtin û hat birîndarkirin.   Endama Partiya Sûriya Pêşerojê û Endama Meclisa Qanûnsaz a Meclisa sivîl a Dêrezorê Lîna Ebdil-El Wehab dema ku li mala xwe bû ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ve bi du guleyan hat hedef girtin û birîdar bû. Lîna ji rûyê xwe û milê xwe ve birîndar bû û ji ber rewşa wê ya giran ew rakirin nexweşxana Şame.   Lîna ya ku birîdar bû wiha bahsa bûyerê kir: "Di danê êvarê de , ez û keça xwe ya piçûk li malê bûn. Motorsîkletek li ber deriyê mala min sekinî, keça min ya piçûk derket, jêre gotin bang li dayika xwe bike. Dema ez derketim hîn ez ne giheştim gel wan guleya yekemîn xwestin berdin dilê min lê şemitî û li milê min ket. Guleya duye mîn jî li rûyê min ket. Êrîşî min jî kirin û gotin 'tu kafir î'  Êrîşkar û çete jinan hedef digirin. Ji ber ku ji hêza jinan ditirsin. Hîn şerê me û dijminan xelas ne bûye . Ez ji tevahî jinan re dibêjim ku xwedî hêz bin û ji doza azadiya xwe venegerin.Tu kes nikarê bi van kiryarên qirêj me bitirsînê."   Lîna ji ber ku birînên wê giran bûn rakirin nexweşxaneya Şamê.