Dîwarên Helebê bi rengê 25'ê Mijdarê hatin xemilandin 2019-11-21 16:49:17   HELEB - Kongreya Star li ser dîwarên kolanên Helebê yên dikevin ser kolana bajêr a giştî wêneyên jinan û şervanan xêz kirin.   Weke her deverê li Helebê jî bi pêşengiya Kongreya Star çalakiyên 25'ê Mijdarê hatine destpêkirin. Di çerçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma 'Ax û rûmeta xwe biparêze DAÎŞ û dagirkerîyê têk bibe' hatibû destpêkirin de bi alîkariya çand û hûnerê  li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê çalakiya xêzkirina wêneyên jinan a li ser dîwaran hat lidarxistin. Gelek wênesaz tevlî çalakiyê bûn û li ser dîwarên dikevin aliyê kolanên bajêr  wêneyên jinên têkoşer hatin xêzkirin.    Girêdayî çalakiyê rêveberiya komîteya dîplomasiya Kongreya Star Leyla Xalid got: "Bi dirûşma 'Ax û rûmeta xwe biparêze DAÎŞ û dagirkeriyê têk bibe', di çarçoveya çalakiyên çalakiyên 25'ê Mijdarê de me wêneyên jinên têkoşer li ser dîwaran xêz kir. Armanca me ji van çalakiyan ew e ku em helwesta xwe ya li hemberî zewaca temenê biçûk û şideta ser jinan nîşan bidin."