Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî banga berxwedan û çalakiyan kir 2019-11-21 16:47:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi wesîleya Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Hemberî Jinê banga berxwedan û çalakiyan kir.   Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Hemberî Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin werin em bi hev re rêxistina xwe ya xweser pêş bixînin û dawî li qirkirina jinê bînin.   Daxuyaniya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî wiha ye:    “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Hemberî Jinê em her sê xwişkên Mirabel û Hevrîn Khalaf, Amara Rênas, Dayika Taybet, Bêrivan Şengalî û bi hezaran mîna wan jinên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînin û berxwedana jinên cîhanî silav dikin.   Li hemberî azadiya jinê êrîş pêk tê    Şîdeta li hemberî jinê daîmî bi hedefa tunekirina nasnameya jinê di asta jorîn de, li hemû deverên cîhanî tê jiyîn. Di armanca van êrişên desthilatdaran a zilamên serdest taybet jinên, ku li hemberî tundiyê û bindestiyê xwe rêxistin dikin û ji bo azadiyê têdikoşin in. Di van salên bihûrî û ji 9'ê Cotmehê vir ve bi tundî li herêmên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa li herêmên Êzîdiyan bi taybetî Şengalê; faşizma AKP bi hişmendiya dijî jinane û îslama radîkal bi hevkarên xwe yên çeteyên DAÎŞ ê û çeteyên din mîna Boko Haram, El Nusra, El Şabaa, El Qaîde hwd. jinan dikin hedefa êrişên xwe û hewl didin azadiya me ji dest bistînin û bi rêbazên hovane qirkirina jinê pêk bînin û me tune bikin.   Siyasetmedarên jin hatin qetilkirin   Çeteyên DAÎŞ’ê li ser van rastiyan ji 3'yê Tebaxa 2014’dan di nav fermana giştî ser Êzidiyan qirkirina jinê pêk anî. Bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji hev veqetandin, revandin, kirîn û firotin, destdirêjî kirin û qetil kirin. Armanc bi temamî qetilkirina tevahî Êzidiyan û ola Êzdayî bû. Ji ber vê jî hîn tehdîta qirkirinê li ser civaka Êzîdî heye. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirk bi çeteyên xwe hewl dide bi şerê dagirkeriyê vê armanca nîvmayî temam bike. Ji 5'ê Mijdarê vir ve dewleta faşîst a Tirk 4 caran êrişê bajarokê Şengalê Xanesor û Barê kirin. Ev êriş li dijî îradeya Êzîdiya pêk hatiye, di encam de gelek sîvîl, di nav de jin jî, hatin qetilkirin û bîrîndar bûn. Ferasetek ku li gorî rêbazên DAÎŞ’ê tevdigere‚ her tişta ku dijî, çi jin çi zarok qetil kirin. Di nav de jî sekreteriya Partiya Pêşaroj a Sûriyeyê, Hevrîn Xelef hebû. Siyasetmendara ciwan tevî 8 sivîlên din bi hovane li pêşberî çavên cîhanê hate qetil kirin.   Xwerêxistinkirinê ava dikin    Rizgarkirina Şengalê, Raqqayê û Rojava dubarê raxistiye ber çavan, ku têkoşîna ji bo parastina nirxên mirovahiyê tê meşandin ji azadiya jinê qut nîne. Ne bi tenê beşdariya şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta faşîst a Tirk di heman demê de jinan bi têkoşîna xwe hişmendiya civakê didin guhertin û têgînek rast ji xweparastin, xwerêvebirin û xwerêxistinkirin ava dikin û dijîn.   Em ê xwedî li mîrasa Xwîşkên Mîrabel û Hevrînê derkevin   Ji ber vê jî em Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bang li hemû jinan dikin, werin em bi hev re rêxistina xwe ya xweser pêş bixînin û dawî li qirkirina jinê bînin. Werin em xwe bigihînin wê astê ku tu jinek bê rêxistinî nemîne; werin em bi hev re mîraseya her sê xwişkên Mirabel û ya Hevrîn Xelef û hemû jinên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bigihînin civakek ekolojîk, ekonomîk û demokratîk a li ser hîmê azadiyê jinê azad dijî.”