'Em ê li qadan bi hev re bi qîrîn' 2019-11-21 14:51:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Demokrat ên Nû, bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyek dan û gotin: "Bi hevkariya çeteyan Hevrîn Xelef hat qetilkirin û ev tişt tê wateya hedef girtina jinê. Em ê di 25'ê Mijdarê dengê xwe bikin yek û li dijî şîdetê li qadan biqîrîn."   Jinên Demokrat ên Nû, bi vesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin rastî her cûreyên şîdetê tên, lê jin dê li dijî şîdetê dengê xwe bikin yek û li qadan bi hev re biqîrîn.    Di daxuyaniya nivîskî de qala dîroka 25'ê Mijdarê hat kirin û wiha hat gotin: "Xwîşkên Mîrabel bi têkoşîna xwe di dîrokê de navên xwe nîvisandin û bûn sembola berxwedanê. Dewlet bi êrîşên xwe yên li hemberî Sûriyeyê daxwaz dike ku krîza xwe ya aborî û siyasî veşere. Bi hevkariya çeteyan Hevrîn Xelef hat qetilkirin û ev tê wateya jin hedef tên nîşandan. Dewlet dema dikeve krîzên siyasî û aborî wekî kevneşopiyek êrîşê jinê dike. Her wiha niha jî li Kurdistanê êrîşên pergala hevserokatiyê dikin."   Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku sazî û dezgehên jinê bi destê qeyûman tên girtin û wiha dom kirin: "Li herêmê jin her ku diçe li pêş dikeve. Hevserokatî ji bo me xeta mor e û em ê pergala hevserokatiyê biparêzin. Çend sazî û dezgehên jinan bên girtin jî em ê bi israr carek din sazî û dezgehên jinan vekin."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê di 25'ê Mijdarê de dengê xwe bikin yek û li qadan biqîrîn. Em ê li dijî pergala serdest a mêr piştevaniya xwe mezin bikin. Em xwedî li serhildana Rojava, Şîlî, Îran û Bolîvşayê derdikevin."