Li Herêma Federal a Kurdistanê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê diyar bûn 2019-11-21 13:35:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinên Herêma Federal a Kurdistanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê bernameya rêze çalakiyên xwe eşkera kirin.   Roja 25’ê Mijdarê ku wekî Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê tê qebûlkirin, wê li Herêma Federal a Kurdistanê jî bi çalakî û xebatên cûrbicûr yên bi armanca hişyarkirinê bê pêşwazîkirin.   Jin, dê 12 roj li dijî şîdetê çalakiyên cûrbicûr lidarbixin. Bi salane jinên li Herêma Federal a Kurdistanê wekî li her devera cîhanê çalakiyên cuda li dar dixin. Jinan bernameya çalakiya xwe aşkera kirin. Bernameya çalakiyan a RJAK û Koma   Jinên Başûrê Kurdistanê wiha ye:   * Îro piştî nîvro, li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn semînerek li ser sedemên şîdeta li hemberî jinê û çareseriya wê were dayîn.   * 23’ê Mijdarê li bajarê Silêmanî li ser cadeya Salim (Saholeke) heya li ber Baxê Giştî di saet 15.00’an de meşek tê lidarxistin. Wê di nava meşê de Koma ‘Kevana Zêrîn’ şanoyek derbarê mijarê de bilîze.   * 30’yê Mijdarê bi armanca piştgirîdayîna jinên Rojavayê Kurdistanê wê endamên Şandeya Jinên Başûr û Rojhilat ya serdana Rojava kirin, semînerek li Silêmaniyê bê lidarxistin.    * Wê 12 rojên din RJAK û Kampanya, 'Li dijî kuştin û dagirkeriyê bêdeng nebin’ li ser sedemên şîdetê li xwendingehên herêmê semîner li dar bixin."   Yekîtiya Jinên Kurdistanê (YNK) jî bernameya xwe aşkera kirin û wiha gotin: "Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi hevkariya zankoya Silêmanî panelek li ser şîdeta dijî jinê lidar bixe."   Rêxistina Xenzad wekî rêxistinên din dê di 27’ê Mijdarê de li Otela London Ey li bajarfê Kelarê konferansek derbarê şîdeta li dijî jinê û çareseriya wê de li dar bixe.   Kobenda Jin Dikarin-Kurdistan jî dê 12 rojan rêze semîner li xwendingehên parêzgeha Silêmanî bidin. Her wiha wê panelek bi dirûşma, “Bikaranîna jin di reklaman’ de jî li mûzexaneya Emnesûreke ya Silêmanî were lidarxistin.   Rêxistina Jiyan dê di 25’ê Mijdarê, de bi hevkariya 11 rêxistinên jinên din, li Parka Hawarî Şar ya bajarê Silêmanî çend çalakiyek li dar dixe. Wê çalakî 09.30’ê sibehê dest pê dike, heya êvarê bidome.   Rêxistina Geşepêdana Xelk (pdo) dê di 3’yê Kanûnê de paneleke 3 rojî ya bi dirûşma, ‘Hemfikirbûna Rêxistinên Jin derbarê pirsgirêka Jin’ de li Silêmanî rêxistin bike. Her wiha wê ji bo xwendekar û jinên di nava kampên penaberan ên li parêzgeha Silêmanî de jî semînere werin dayîn.   Rêxistinên Jinan ên li Germiyanê dê di 25’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li parka Leyla Qasim ya li bajarê Kelarê ya navenda îdareya Germiyanê çalakiyek li dar bixin û 27’ê mehê jî wê semînerek were dayîn.