Jinên HDK'î: Em ê li dijî polîtîkayên şer li qadan bin 2019-11-21 13:13:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a HDK'ê destnîşan kir, ku kiryarên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hemberî jinan, encama polîtîkaya şer e.   Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuyaniyek weşand.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîtîkayên dijminê jinan û faşîst li malê, kolanan, kar û dibistanê zextê, şîdet û bîatê ferz dikin, jinan qetil dike û yên ku nikare qetil bike jî zilmeke bêdawî lê ferz dike.   Meclîsa Jinan a HDK'ê ragihand ku polîtîkayên şer ên desthilatdariya faşîst ên li derve û nava welat dibin sedema qirkirina jinê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zîhniyeta serdest a mêr hewl dide li her qada jiyanê, mafên jiyanê, destketiyên jinan, bi tundî û polîtîkayên şer lawaz bike û hebûna xwe, desthilatdariya xwe bi vê serweriyê ava bikin. Li dijî vê zîhniyetê divê em têkoşîna jinê li her qadê mezin bikin."   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê wê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan li her deverê xurt bikin, destketiyên jinan biparêzin û bi hêvî û biryardariyê li qadan bin.