Lêgerîna tazî li ser girtiyên jin tê ferzkirin 2019-11-21 12:07:55   WAN - Jina girtî ya bi navê Aysel Dalar a ku li Girtîgeha Girtî ya Tipa T a Wanê diyar kir ku li girtîgehê lêgerîna tazî li ser girtiyên jin tê ferzkirin, lêdanê dixwin û bi destdirêjiya gotin û laşî rû bi rû tên hiştin.    Jina girtî ya bi navê Aysel Dalar a ku li Girtîgeha Girtî ya Tipa T a Wanê di nameya ku ji Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Wanê (ÎHD) şand de behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehê tê jiyîn kir. Ayselê diyar kir ku girtî di dema lêgerînê de lêdanê dixwin û bi destdirêjiya gotin û laşî rû bi rû tên hiştin.    Ayselê di nameya xwe de behsa vê yekê kir:   "Li girtîgeha ku em dimînin binpêkirina mafan tên jiyîn. Li vir li du koguşên jinan em 24 çar kes dimînin. Ev demek dirêj e ku nahêlin em derkevin çalakiya wêneyan. Çarşef an jî betaniyan nadin hevalên me yên nû tên. Yan jî dema didin kêm didin. Her wiha divê kursiyan bide me lê nadin. Em mecbûr dimînin ku li erdê rûnên.    'Cezayên dîsîplînê didin'   Ji bo dirûşman cezayên disîplînê didin. Divê em ji 15 rojî derkevin revîrê lê ev dem heta du yan jî sê mehan tê dirêjkirin. Her wiha dermanên ku revîr piştî tedawiyê dide me jî dereng tê dayin.    'Berhemên li gor zarokan nadin'   Zarokek sê salî li gel me ye lê li gor temenê wê mast, şîr, penîr, hêk nadin. Li girtîgehê kreş hatibû vekirin lê ji ber hinek tiştan hatibû astengkirin. Zarok ji ber ku hînî kreşê bûbû piştî ku kreş hat girtin vê yekê bandorek neyînî li ser derûniya wê kir.    'Muxatab tune ye'   Girtî di dema lêgerînê de lêdanê dixwin û bi destdirêjiya gotin û laşî rû bi rû tên hiştin. Lê tevî van binpêkirina mafan em muxatab nabînin. Em dixwazin li dijî van binpêkrina mafan peywirdar peywira xwe bînin cih."