Li Mexmûrê yekemîn kongreya meclîsa gel dest pê kir 2019-11-21 11:21:22   MEXMUR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) yekemîn kongerya Meclîsa Gel a demokratîk bi beşdarbûna 350 delegeyan bi dirûşma 'Avakirina Pergala Netewa Demokratîk, Avakirina Jiyana Azad e' li salano konfaransê dest pê kir.    Beriya kongreyê dest pê bike ji bo tevayî berxwedêrên tekoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak ve hat kirin.    'Em wekî Gelê Kurd têkoşîna mafê xwe didin'   Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir û got: "Di destpêkê de ez vê kongreya yekem ya ku bi keda şehîdên me heta vê astê hatîye  pîroz dikim. Gelê me yê bi rûmet em hem weke gelê Kurd  di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de derbaz dibin. Îro li her derê Rojhilata Navîn û  weke gelê kurd em di qeyrana mirovahiyê de ne. Qeyrana bê mafîyê li hemû cîhanê heye. Em wekî Gelê Kurd têkoşîna mafê xwe didin."    'Di her çar parçeyên Kurdistanê de ev ruhê berxwedanvanê wê bi ser bikeve'   Filîzê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajiya ku em niha dijîn û wiha dewam kir: "Weke wargeh pêvajoya ku em tê de derbas dibin pêvajoyek gelek zehmet e.  Di her çar parçeyên Kurdistanê de ev ruhê berxwedanvanê wê bi ser keve ger em rast xwe rêxistin bikin ev kiriza ku heye em ê bikarin bi serkeftî derbas bikin."    'Em ê xeyalên şehîdên xwe di kurdistanek azad de pêk bînin'   Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ew rêya ku heta niha em bi zorî û zehmetî hatin em ê bi serkeftinên nû tacîdar bikin. Şervanên gelê kurd  ku niha bedena xwe dike mertal û  li hember teknolojiya herî  pêşketî şer dike, bi boneya vê kongereyê em dibêjin em ê xeyalên şehîdên xwe di kurdistanek azad de pêk bînin. Car din  vê kongreya yekem ya meclîsa gel em li tevayî delegeyê li vê derê amade  pîroz dikin."    Piştî axaftina vekirinê, kongre bi nirxandina rewşa siyasî berdewam dike.