'Tundiya li ser jinê nayê qebûlkirin' 2019-11-21 09:26:51   ŞENGAL - Jinên Kurd ên Êzidî bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em wekî jinên Êzidî bi gelek pêkûtiyan rû bi rû hatin hiştin. Lê bi saya têkoşerên azadiyê îro em xwedî vîn û îrade ne. Divê em di 25'ê Mijdarê de bibin yek û xwedî li vê vîn û îradeyê derkevin."   Di 25’ê mijdara 1960’î de li Komara Domînîk sê jinên xwişkên hev Patria, Minerva û Maria Teresa ku li dijî dîktatoriya Trujîlo têdikoşiyan hatin tecawizkirin û qetilkirin. Patria Teresa di hezîrana sala 1960'an  de li dijî dîktatoriya Trujîlo, tevgera mezintirîn Clandestîn ava kir. Her du xwişkên wê jî beşdarî nav vê tevgerê bûn. Bandora vê tevgerê ewqasî mezin bû ku di heman salê de dîktator mecbûr ma ku bêje ev xwişkên Mîrabel ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt di roja 25’ê Mijdara 1960'an de her sê xwişk hatin tecawizkirin û qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî qetilkirina wan jî berdewam kir. Ev tevger bû wekî serhildanekê û li her derê belav bû. Piştî qetilkirina wan Neteweyên Yekbûyî 17’ê Kanûna 1981’an, 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinê  îlan kir. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê Civîn Remo teqez kir ku berxwedan û têkoşîna Jinên Rojava berdewam e.   Têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê jinên Kurd ên Êzidî yên Şengalê diyar kirin ku di roja 25'ê Mijdarê de divê hemû jin li dijî zilmê û tundiyê rabin ser piyan.    'Em ê di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiyê li ser piya bin'   Jina bi navê Nafiye Mêşo wiha nêrînên xwe anî ziman:"Jinên Êzidî bi gelek fermanan rû bi rû hatine hiştin û gelek zilim dîtine. DAÎŞ'ê jinên Êzidî zindî şewitand. Jinên Êzidî li bazaran firotin. Piştî DAÎŞ têk çû piştî fermana herî dawî xwe bi rêxistin kir. Jinan saziyên xwe ava kirin û di warê xweparastinê de gelek pêş ketin. Em ê vê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Em ê di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiyê li ser piya bin."   'Tundiya li ser jinê nayê qebûlkirin'   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Neam Elyas derbarê 25'ê Mijdarê de wiha got:"Tundiya li ser jinê nayê qebûlkirin. Li dijî vê yekê em ê her dem têkoşîna xwe bidomînin. Pêwîst e jin li hember dagirkeran rabin. Ger em jin bibin yek û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin ew ê kesek nikaribe zilmê li me bike. Divê em nehêlin kesek zilm û  tundiyê li me bike."