Ruhan Mavruk: Bi çapemeniya kurd rastî di tariyê de neman 2019-11-21 09:26:00   Fîlîz Zeyrek   ADANA -  Helbestvan, nivîskar û parêzvana mafên mirovan Ruhan Mavruk, diyar kir ku çapemeniya kurd di dîrokê de heta îro bi zextan re rû bi rû ma û got: "Çapemeniya kurd li gel zextan dîsa jî rastî ragihand. Hewcedariya me bi rastiyê heye."   Li Tirkiyeyê her ku diçe zextên li hemberî rojnamegeran zêde dibin. Herî dawiyê nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr ji ber nûçeyên ku çêkirin hatin girtin. Bi tevahî niha 117 rojnameger di girtîgehê de ne. Bi salane zextên li hemberî çapemeniyê bi pergalî tên meşandin. Di dema OHAL’ê de JINHA, DÎHA, Azadiya Welat, Ozgur Gundem, ÎMC TV, Van TV, Jiyan TV, Azadî TV  û gelek dezgehên medyayê hatin girtin. Rojnamegerên ku di sala 2015’an û 2016’an de dema qedexên derketina kolanan de nûçe dişopandin hatin binçavkirin û girtin. Dezgeha Teknolojiyê ya Ragihandin û Zanyariyê (BTK) malperên înternetê qedexe kirin. Lê dîsa jî gel bi rêya çapemeniya azad xwe gihand rastiyê.    'Rastî di tariyê de neman'   Helbestvan, nivîskar û parêzvana mafên mirovan Ruhan Mavruk, di salên 1978’an û 1981’an de di rojnameyên wekî Hurriyet û Mîlliyetê de rojnamegerî kir. Ruhan bal kişand ser çapemeniya kurd û diyar kir ku îktîdar tehemûlê çapemeniya kurd û zimanê kurdî nake, ditirse û ji ber vê sedemê jî hedef nîşan dide. Ruhan, diyar kir ku bi saya çapemeniya kurd rastî di tariyê de neman.    'Gelek rojnameger hatin girtin'   Ruhan, di axaftina xwe de bal kişand ser rojnamegerên kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dîroka çapemeniya kurd de gelek rojnameger hatin girtin. Gurbetellî Ersoz li Tirkiyeyê cara yekem bû gerînendeya giştî ya rojnameyekê. Mûsa Anter ji hêla gelek kesan ve dihat hezkirin û kesekî taybet bû. Der barê Asli Erdogan û Necmiye Alpay, parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn û rojnamegerê ku serbest hatî berdan Huseyîn Aykol de heta niha gelek lêpirsin hatin vekirin û hêj jî tên vekirin."   'Li hemberî kurdan tehemûl nîne'    Ruhan, da zanîn ku li hemberî kurdeyetiyê tehemûl nîne û wiha got: “Ev qas mirov ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin û tên girtin an jî tên kuştin. Bi vê rêbazê dixwazin rastiyê veşerin. Bi taybetî jî medyaya alîgir a dewletê cih nadin rojnamegerên kurd, çapemeniya kurd û her wiha kesên ku mafê kurdan diparêzin.”    ‘Li dijî ziman û çapemeniya kurdî zext zêdetir in'   Ruhan, got ku emperyalîzm êrîşê tiştên ku jê ditirse dike û wiha dom kir: “Kesên ku dibêjin em xwîşk û birayê hev in dema qala zimanê kurdî dikin dest bi êrîşan dikin. Qala têkoşîna kedê, têkoşîna karkeran, sendîkayan û grevan dikin lê dema peyv bibe kurd diguherin û ji wan re giran tê. Kesên ku alîgirê demokrasiye bin û muxalîf bin tên bêdengkirin. Bi taybetî li hemberî zimanê kurdî û çapemeniya kurdî zext zêdetir in. Gel bi ziman û çanda xwe hene. Heke tu bixwazî gelek ji holê rakî tê dest danî ser ziman û çanda wê. Ez bi eslê xwe Çerkez im, helbestvan im, lê ji ber ziman helbesta min hat qedexekirin. Tişta ku ne ji wan be tê qedexekirin.”   ‘Dixwazin rastiyê veşerin'    Ruhan, diyar kir ku dema rastî tê ziman li hemberî rastiyê jî zext bi pêş dikevin û wiha got: “Ji bo em bibêjin ‘Kral taziyê’ divê em hebin û ji bo wêrektiyê divê em denge xwe bi dil û can bilind bikin. Ji bo min zimanê kurdî zimaneke xweş e. Niha weşanên medyaya alîgir a dewletê di rewşeke nebaş de ne. Bi bernameyên xwarinê dixwazin mirovan bi taybetî jî jinê ji rastiyê dûr bixin. Mekanîzmaya ku jinê dike kole bi pêş dixin. Di bernameyên televîzyonê yên nîqaşan de tu carî hunermend û siyasetmedar dernakevin ekranan. Ji ber ku ne li gorî polîtîkayên wan in. Kesên ku derdikevin dema li gorî wan neaxifin bername tê qutkirin. Rastî nayên gotin, wêşanên rastiyê dibêjin tên girtin û rastî bi her rêbazê tên veşartin.”     'Derbarê min de gelek lêpirsin û doz hatin vekirin'   Ruhan, jî wekî bi hezaran kesên din dema fikr û ramanê xwe tîne ziman bi zextan re rû bi  rû dimîne. Ruhan, wiha bilêv kir: “Derbarê cihên ku ez lê xebitim û helbestên min de gelek lêpirsin û doz hatin vekirin. Ez wekî rojnameger di rojnameya Hurriyetê de xebitim. Ji ber nêzîkatiya min a muxalîf ez ji kar hatim dûrxistin. Min di nav şertên herî xirab de rojnamegerî kir. Her wiha tevlîbûna min a daxuyaniyên çapemeniyê jî bûn mijarên lêpirsinê û gelek doz li min hatin vekirin.”