Hat hînbûn ku pitika hatibû gotin 'miriye' dijî 2019-11-21 09:23:51     MÊRDÎN - Jina bi navê Z.N. piştî ku hîn bû ducanî ye çû Nexweşxaneya Taybet a Îpekyolu ya Qoserê û ji ultrasyonê derbas bû. Piştî ku ji ûltrasyonê derbas bû şûnde bijîşkan diyar kirin ku pitik di zikê wê de miriye û divê ji ber bê girtin. Z. yê diyar kir ku ji bo vê operasyona ew ê bê kirin pereyê wê tune bûye loma ew çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û hîn bûye ku pitika di zikê wê de dijî. Z. yê anî ziman ku wê di derbarê nexweşxaneyê de serîlêdana sûc kiriye.  Z. wiha got:"Heger li ser min pere hebûya dê niha pitika min bihata kuştin."   Z.N. ya ku li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê dijî di meha Hezîranê de hîn bû ku ducanîye û ji bo ji ûltrasyonê derbas bibe diçe Nexweşxaneya Taybet a Îpekyolu ya Qoserê. Lê dema ku ji ûltrasyonê derbas bûye bijîşkan jê re gotiye:"Pitika di zikê we de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo zirarê nede we divê ji ber we bê girtin." Z. yê diyar kir ku ji bo vê operasyona ew ê bê kirin pereyê wê tune bûye loma ew çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û hîn bûye ku pitikê di zikê wê de dijî. Z. yê anî ziman ku wê li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Qoserê serîlêdana sûc kiriye.    'Ger pereyê me heba niha pitikê me tune ba'   Z.N wiha dewam kir:"Em di destpêkê de çûn Ocaga Tenduristiyê ya kuçeya me. Li diyar kirin ku ew ê pitikek min çê bibe. Piştre ji me re gotin hû biçin nexweşxaneya taybet ew ê baştir mêze bikin. Li wir dema ku ez ji ûltrasyonê derbas bûm ji min re gotin pitikê te miriye. Ji bo razandinê jî 500 tl pere ji min xwestin. Lê ji ber ku ewqas pereyê min tune bû ez çûm Nexweşxaneya Dewletê û li wir ji min re gotin pitikê te dijî. Loma li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Qoserê min serîlêdana sûc kiriye. Em vê yekê qebûl nakin. Gelek bijîşk hebûn lê teşhîsa ne rast danîn. Ger pereyê me heba niha pitikê me tune ba."