Jina tenê hat hiştin Rêveberiya Xweser xwedî lê derket 2019-11-21 09:14:25   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê, bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Ayşe Emîn kêliyên jiyana xwe ya zehmet vegot.   Di 9'ê cotmeha 2019'an de artêşa tirk û hevkarên wê êrîşê seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama van êrîşan de bi sed hezaran kes koçber bûn û berê xwe dan deverên bi ewle. Yek ji wan jî dayika Ayşe Emîn a 66 salî ye, ji Serêkaniyê koçber bûye, qala jiyana xwe ya bi êş kir û got: "Tu kes xwedî li min derneket, ji bilî Rêveberiya Xweser."   'Erdogan ewlehiya me hedef girt'   Ayşe diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca binxistina pirojeya Rêveberiya Xweser e û wiha vegot: "Bi rûniştandina Rêveberiya Xweser a li herêmê, jiyanek azad û aram hat avakirin. Dewleta tirk ewlehiya me hedef girt, ji jina bigire heta zarokan qetil kir. Em jî neçarî koçberiyê bûn."   'Zarokê bi keda min mezin bûn, îro min ji mala xwe derxistin'   Ayşe yê wiha behsa zarokên xwe kir: "3 zarokên min yê xort hene, li Serêkaniyê min her kar dikir tenê ji bo ez wan xwedî bikim, ez diçûm pembo, rikaş û min pez xwedî dikir, ji bo tiştek kêm ên zarokên min tune be. Min wan zewicand û li Hesekê dijîn. Di van êrîşan de ez neçarî koçberiyê bûm, lê mixabin ev zemanê xerab zarokên min ez xwedî nekirim û min ji mala xwe derxistin, ez bê war mam."   'Min berê xwe da kampa Waşokanî'   Ayşe da zanîn ku dema zarokê wê ew avêtin, bê war ma û wiha domand: "Piştî zarokê min ez ji mala xwe derxistim, ez bê war mam min bihîst ku Rêveberiya Xweser Kampa Waşokanî ava dikin, ez pir kêfxweş bûm. Min berê xwe da kampê, niha ez li kampê dijîm zarokê min xwedî li min derneketin, Rêveberiya Xweser xwedî li min derket."   'Kêliyên bi êş tu carî ji bîra mirov naçe'   Ayşe bi herikîna rondikan û  bi dil şewat êşa xwe anî ziman:"Kêliyên bi êş tu carî ji bîra mirov naçe. Min bi zehmetî zarokên xwe mezin kir, îro di mezinbûna min de ew xwedî li min derneketin, xweda ji Erdogan nehêle  min ji mala min derxist û ez ketim vî halî ."   'Rêveberiya Xweser xwedî li koçberan derdikeve'   Ayşe wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez sipasiya Rêveberiya Xweser dikim û bila koçber berê xwe bidin kampa Waşokanî ew xwedî li koçberan derdikevin."