Li Sûrê Navenda Şêwirmedniya Jinê ya Amîda Jîn hat vekirin 2019-11-20 14:51:46   AMED - Li Navçeya Sûrê Navenda Şêwirmedniya Jinê ya Amîda Jîn hat vekirin. Dê Navenda Şêwirmedniya Jinê ya Amîda Jîn di her mijarê de piştgiriyê bide jinan.    Di 2016'an de qeyûm tayînî 93 şaredariyên DBP'ê hatibûn kirin. Dema qeyûm hatin tayinkirin di destpêkê de êrîşî saziyên jinan kirin. 52 navêndên jinê yên şêwirmendiyê ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Her wiha xebatê serokatiya daireya polîtikayên jinê jî dan sekinandin. Lê jinan li dijî van kiryaran serî netewandin. Li Kuçeya Îskenderpaşayê ya Navçeya Sûrê Navenda Şêwirmedniya Jinê ya Amîda Jîn hat vekirin. Dê Navenda Şêwirmedniya Jinê ya Amîda Jîn di her mijarê de piştgiriyê bide jinan.    'Vir mala hemû jinan e'   Filizê wiha got:"Li dijî qeyûman îro em dîsa navenda şêwirmendiyê ya ji bo jinê vedikin. Her ku diçe tundiya jinê zêde dibe. Divê em jî li dijî vê rêxistina xwe xurtir xebatê xwe zêdetir bikin. Loma ji bo em piştigiriyê bidin hevdu me  Navenda Şêwirmedniya Jinê ya Amîda Jîn vekir. Vir mala hemû jinan e."   Piştî axaftina jinê jin derbasî qada panelê bûn. Di panelê de Parêzer Hatice Demir behsa mafên hiqûqî yên jinê kir. Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokan jî li ser mijara tundiya li ser jinê û mafên jinê axivî. Piştî panelê bi muzîkê bernameya vekirinê bi dawî bû.