Meclisa Jinan a Şaredariya Sûrê bi zarokan re hat gel hev 2019-11-20 10:57:23     AMED - Endamên Meclisa Jinan a Şaredariya Sûrê, tevli çalakiya Komeleya Rengarek Umutlar bû.   Endamên Meclisa Jinan a Şaredariya Sûrê, bi minaseta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan tevli çalakiyên Komeleya Renga Renk Umutlar ku ji bo zarokan hat lidarxistin bûn. JInên ku tevli çalakiyê bûn bi zarokan re lîstik lîstin û derbarê Muzeya Dîjîtal ku li Komeleyê hatiye vekirin de agahî girtin.