Ji bo hevşaredar Songul Erden ecilnadina li ser înternetê jî sûc hat dîtin 2019-11-20 10:56:16       ŞIRNEX - Derbarê Hevşaredara Hezexê Songul Erden de Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn dabû destpêkirin û wezaretê bi vê hincetê qeyûm tayînê şaredariyê kir. Duh ji bo îfadeyê bang LI Songulê hat kirin û di dema îfadeyê de pirsên gelek başkêş ji Songulê hatin pirsîn.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariya Hezexê bi dengê ji sedî 73,84 bi dest xist. Piştî HDP'ê şaredariya Hezexê bi dest xist, Songul Erden bû hevşaredara Hezexê. Ji bo ji dûrxistina peywirê ya Songulê jî doza ku li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ku bi îdaya "endama rêxistinê ye" û dosyaya lêpirsîna Serdozgerê Komarê ya Şirnexê ku bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" dabû destpêkirin ya bi hjmara 2019/6012 wekî hincet hatibûn nîşandan.    “Ecibandinên” medyaya civakî hatin pirsîn   Hevşaredar Songul’a ku duh ji bo îfadeyê gazî wê hat kirin û çû TEM’a Hezexê îfade da jê pirsên palkêş hatin kirin. Ji Songul, hesabê medyaya civakî ku hat îdakirin ê wê ye, di medyaya civakî de çima sîteyên nûçeyan şopandine û nûçe ecibandine hatin pirsîn û ev ecibandin wekî delîlên sûc hatin dîtin.   ‘Abdullah Ocalan kî ye?’   Her wiha ji Songul, sedema ecibandina  videoya derbarê 8’ê Adarê Roja Mafên Jinan a Cîhanê ku Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr parve kiririyiye jî hat pirsîn û pirsên “Abdullah Ocalan kî ye? Ji bo we tê çi wateyê” jî ji Songulê hatin kirin.     Songul a ku di îfadeya xwe de anî ziman tu medyaya civakî ya wê tune ye, got dibe hîn kesên din li ser navê wê hesap vekiribin û wêne parve kiribin. Songulê diyar kir ku ji ber hesabê medyaya civakî yê wê tune ye tu elqeya wê bi van ecibandinan jî tune ye.