Rêwîtiya ber bi hêviya siberojeke azad:Zarokê Serêkaniyê 2019-11-20 09:25:23   Sorgul Şêxo   HESEKÊ- Zarokên Rojava, di Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de bûn koçberê welat û dibistanên xwe. Zarokên Serêkaniyê gotin:"Şûna ku em di dibistanan de perwerdeya xwe bibînin em tê de mîna koçberan bi cih dibin."   Zarok mîna masiyên di deryayan de ne, masî bêyî av û zarok jî bêyî perwerde û jiyana zaroktî nikarin bijîn. Zarok mîna çûkên li asîmanan difirin û bi dengê wan dilê mirovan şah dibe û diçe cîhaneke din û dikeve xeyalên nû de.    Dengê zarokan mîna çûkên ku bêdengiya daristanan xera dikin, dengê wan jiyana mirovan nûjen dike. Zarok ne li gorî hişmendiya civakê û derdorê li gorî xweza û zaroktiya xwe tev digere. Gerdûneke bê zarok mîna daristaneke bê dar in, cîhan bi deng, reng û hebûna zarokan geş û zindî dibe.    Roja Mafê Zarokan a Cîhanê di 20'ê Mijdarê de li tevahî cîhanê tê pîrozkirin. Ev roj li tevahî cîhanê bi kêfxweşî tê pîrozkirin lê zarokên li Sûriyeyê ev 7 sal zêdetir bi xemgînî, dilêşî, sêwîtî, qetilkirin, seqetkirin û şewitandina bedena xwe û windakirina hin parçeyên bedena xwe pêşwazî dikin.    Ji destpêka Şoreşa Rojava hat destpêkirin dewleta tirk û komên girêdayî wê bi gelek nav û rengan her hewl didan vê şoreşê bin bixin û rê nede gel xwe birêxistin bike. Di encama şer û berxwedana gel û şervanan de yên herî zêde bi bandor bûn û derûniya wan xirab bû, ji perwerde û lîstokên xwe dûr ketin zarok bûn.     Bi hezaran zarokên Serêkaniyê û Girê Spî  ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê di 9'ê Cotmehê de koç bûn û li dibistanên navçeya Til Temir û Hesekê de mîna koçber bicih dibin, hin zarok jî dixwazin wan kêliyên perwerdeya di refê xwe de bijîn, lê mixabin derfeta vê yekê nîne. Ji mafê xwe yê herî xwezayî hatin bêparkirin û ev yek li ber çavên hemî cîhanê çê dibe.   Em li dibistanên navçeya Til Temirê geriyan û me rewşa zarokan û daxwazên wan şopand.   Dema ku mirov derbasî dibistanan dibe gelek dîmenên bi êş dibîne, hin zarok bêyî ku zanibin êş çi ye dilîzin, hin jî li ser depê ji xwe re nav û wêneyan xêz dikin, hin jî firaxan dişon û alîkariyê bi malbata xwe re dikin bi hêviya vegere war û dibistanên xwe ne.  Hin zarok jî li erdê radizên tevî ku bi sermayê hîs dikin lê germahiya dil û giyanê wan mizgîniya vegerê dide wan.   Zarokên Rojava li ber dengê tang, top û balafiran têkoşîna jiyanê didin. Zarokên Bakurê Sûriyê, ji temenê xwe yê zaroktî de mîna mezinan dihizirin û barekî herî giran didin ser milê xwe.      'Mafê xwe yê jiyanê dixwazim'   Nesrîn Ehmed ya ku ji Serêkaniyê ye temenê wê 9 salî ye, ji ber êrîş û topebarana dewleta tirk koçî navçeya Til Temirê bû û li dibistanê tevî malbata xwe bi cih dibe. Nesrîn ji cîhana bêdeng û kor re got: "Ez zarok im, mafê min yê jiyanê heye ez mafê xwe dixwazim ku bijîm."    'Firaxan dişom, lê dixwazim bixwînim'   Emîna Xelef jî 6 salî ye li refê xwe ango niha bûye mangeya wê û malbata wê lê dijîn  û bi tena xwe firaxan ji ber dayika xwe ve dişo bi hêviya ku dîsa vegere dibistanên xwe û bixwîne. Emînayê dibêje: "Ez niha firaxan dişom, lê ez dixwazim vegerim dibistana xwe û bixwînim."   'Dibistana min jiyana min e'   Erciwana Mihemed ew jî koçbera Serêkaniyê ye wiha dibêje: "Wekî çawa mafê zarokên Ewropayê heye, mafê me jî heye em dixwazin vegerin dibistan û warê xwe. Dîsa dest bi perwerdeya xwe bikim. Dibistana min jiyana min e."   'Bi zanebûn di dema destpêkirina perwerdeyan de êrîş dikin'   Dayika Fehmiya Siwêlim ji gundê Erîşayê ye koç bûye û niha li dibistana Miseb Bin Umeyîr bicih dibe ast û girîngiya perwerdeya zarokan wiha rave kir: "Zarok siberoja civakan diyar dikin, dixwînin û perwerdeya xwe dibînin da ku siberoja civakê bi rengekî herî baş ava bikin û li gorî girîngiya wê tev bigerin. Niha ji ber êrîşên dewleta tirk zarokên me ji perwerdeya xwe qut bûn. Zarok bêyî dibistan û perwerde nabe mezin bibin. Dewleta tirk bi zanebûn derfetê nade zarokên me perwerdeya xwe bibînin, baş dizanin ev zarok wê li gorî çand û exlaqê civaka xwe rabin û rastiya dagirkerî û hovitiya wan bixwînin û bi nifşên nû bidin hînkirin."   'Gunehê van zarokan çi ye, bêyî perwerde mezin bibin?'   Fehmiyayê diyar kir ku zarokên wan heyvek neçûn dibistana xwe ji ber êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çû:"Berî DAIŞ'ê û niha dewleta tirk êrîş dike, zarokên me heyvekê temam neçûn dibistanên xwe, dewleta tirk dest bi êrîşên xwe kir. Ma gunehê van zarokan çi ye? Wiha mezin bibin, ne çand, exlaq, dîrok û erdîngariya ku lê dijîn dikarin bizanibin."   'Siberoja zarokên me di xeteriyê de ye'   Fehmiyayê hişyar kir ku siberoja zarokan di xeteriyê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila dewleta tirk ji warê me derkeve em dixwazin vegerin warê xwe û zarokên me dîsa vegerin dibistanên xwe û ji nû ve perwerdeya xwe bibînin. Çima mafê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne wekî mafê zarokên cîhanê ye? Çima wê her zarokên me werin qetilkirin û yê wan di xweşiyê de bin. Siberoja zarokên me di xeteriyê de ye."