'Ji bo roja mafê zarokan a cîhanê rabin ser piyan' 2019-11-20 09:07:18   Rojda Seyidan   QAMIŞLO - Mamoste û xwendevanên bajarê Dêrikê ji bo 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê  gotin: "Em bi hêvî ne ku zarokên ji dibistana xwe dûr ketine, vegerin dibistanên xwe û xwendina xwe berdewam bikin."   20’ê Mijdarê li her derê wekî Roja Mafê Zarokan ya Cîhanê tê naskirin û pîrozkirin. Ji bo parastina zarokên di nav şer de û li sirgunê di 20'ê Mijdara 1989'an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî "Peymana Mafên Zarokan" hat îmzekirin. Loma 20'ê Mijdarê wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin.  Lê belê li Rojavayê Kurdistanê ev peyman nayê bi cih û bi sedan zarok tên qetilkirin. Çimkî her dem êrîş li dijî Rojava pêk tên. Têkildarî vê mijarê mamoste û xwendevanên dibistana Ebd El-Mesîh a bajarê Dêrika girêdayî Kantona Qamişloyê nerînên xwe anîn ziman.   'Zarok ji mafê xwe yê rewa hatine dûrxistin'   Mamosteya  Dîrokê, Sara Rustem roja mafê zarokan ya cîhanê li hemû zarokan û bi taybet  zarokên ku ji dibistanên xwe dûr ketine pîroz kir û got: "Ez vê rojê li hemû zarokan pîroz dikim bi taybet li zarokên ku divê pêvajoyê de ji mafê xwe yê rewa hatine dûrxistin. Kes nikaribe pêşeroja van zarokan tarî bike ji ber ku ji mafê zarokane ku bi zimanê dayika xwe bixwînin."   'Zarok ji ber êrîşan nikarin biçin dibistanan'   Sara di dewamiya axaftina xwe de behsa êrîşên dewleta tirk kir û wiha dom kir: " Pêvajoya ku niha em tê de derbas dibin pir giran e, pêwist e hemû kes dengê xwe bilind bike û ji bo zarok zaroktiya xwe bijîn rabin ser piyan. Niha pir zarok ji ber êrîşên dewleta tirk naçin dibistanan, tu mafê kesekî nîne ku zarokan ji xwendina wan dûr bixîne, lê dewleta dagirker a tirk vê yekê dike û tu kes jî dengê xwe nake, berovajî vê yekê hevkariya dewleta tirk dikin. Dagirkeriya dewleta tirk mafê zarokan binpê kiriye û zarokên ku tu gunehê wan nîne qetil dikin. Hêviya me ew e ku zarok vegerin ser axa xwe û bi aramî bijîn."   'Em dixwazin bi aramî di welatê xwe de bijîn'     Xwendekarên bi nave Zevîn Riyad û Henan Ebid El- Rehman roja mafê zarokan li hemû zarokan pîroz kirin û wiha pê de çûn: "Em roja mafê zarokan tevahî zarokên cîhanê pîroz dikin. Em dixwazin bi azadî û aramî di welatê xwe de bijîn. Bi hêviya ku zarokên ku ji dibistanên xwe dûr ketine vegerin dibistanan û xwendina xwe dewam bikin."