'Jinê zincîra koletiyê şikand û vegeriya cewhera xwe' 2019-11-20 09:05:09   Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Endamên Kongreya Star ya herêma Efrînê teqez kirin ku wê li hember tundiya li dijî jinê bisekinin û gotin: "Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li kolanan bin û dawî li tundiyê bînin."   Di gelemperiya cîhanê de jin her rastî tundiyê hatiye. Di 1960'an de jî ji aliyê Diktator Trujillo li Komara Dominikê 3 xwişkên Mirabel bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina 3 xwişkên Mîrabel Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna 1981’an de, 25’ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê îlan kir. Di derbarê vê mijarê de Endamên Kongreya Star ên Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Jin di hemû qadan de têdikoşe'   Endama Kongreya Star a Kantona Efrînê Yesmîn Sîdo derbarê tundiya li ser jinan wiha got: "Ji dîrokê bigire heta roja me ya îro jin rastî tundiya desthiltdariyê tên. Di aliyê fizîkî, ruhî, derûnî, zayendî de jî tundî li ser jinê heye. Di şoreşa Rojava de bi pêşengtiya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinê rêya çareseriyê û azadiyê nas kir û îro jî têdikoşe. Şoreşa jinê ya Rojava li tevahî cîhanê deng veda. Pêwist e hemû jinên cîhanê rastiya xwe nas bikin û ji bo xwe têkoşînê bidin meşandin. Tundiyê, jin dikare bi rastiya xwe ji holê rabike. Li ku derê jinek rastî tundiyê were em ê rabin û heta mafê xwe bigirin têbikoşin."   'Jin zincîra koletî şikênand û vegeriya cewhera xwe'   Endama Kongreya Star ya kantona Efrînê Zelox Mehmûd jî bal kişand ser zehmetiyên ku jin dijîn û wiha domand: "Tundiya ku li ser jinê cur bi cur tê meşandin. Jin ji mafê xwe yê xwezayî bêpar ma û her di çarçoveya mal û xizmeta malbatê de ma. Piştî ku fikra Rêber Apo derket jinê zincîra koletiyê şikand û vegeriya rastiya xwe kir. Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê, îro jî bi pêşengtiya jinan sîstema me bi rê ve diçe. Ew jî hemû bi saya Rêber Apo û keda jinan pêk hat. Jin îro bi çekên xwe gelê xwe dibarêze. Banga me ji jinên cîhanê heye ku piştgiriya jinên têkoşer û azadixwaz bikin da ku tundiya li ser jinê em rabikin."   'Azadiya jinê azadiya civakê ye'   Endama Kongreya Star a kantona Efrînê Ferîde Mihemed tundiya li ser jinê şermezar kir û wiha pêde çû: "Li dijî tundiyê jin li hemû cîhanê radibe ser piyan û dibin yek deng. Pêwist e em hemû jin vê rojê bikin daimî û li dijî tundiyê têkoşîn bikin. Jin êdî şiyar bû ji bo wê pêwist e dev ji azadiya xwe bernede. Jin êdî pêşengtiya civaka xwe dike, ji ber ku azadiya  jinê azadiya civakê ye."