ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-20 09:00:00   * Pedegoga zarokan Emîne Muhemed derbarê bandora neyînî ya şer li ser deruniya zarokan de got: “Şer dibe sedem ku derûniya zarokan xera bibe û zarok di temenek biçûk de fêrî şîdetê bibin.” DÎMEN HEYE   *Endamên Kongreya Star ya herêma Efrînê teqez kirin ku wê li hember tundiya li dijî jinê bisekinin û gotin: "Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li kolanan bin û dawî li tundiyê bînin."DÎMEN HEYE   *Mamoste û xwendevanên bajarê Dêrikê ji bo 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê  gotin: "Em bi hêvî ne ku zarokên ji dibistana xwe dûr ketine, vegerin dibistanên xwe û xwendina xwe berdewam bikin."DÎMEN HEYE   *Jinên Gundê Til Kêfçî yê Aşûriyan diyar kirin ku bi êrîşên dewleta tirk tê xwestin bên qirkirin û banga bi dawîkirina êrîşên dewleta tirk û komên bi wê girêdayî kirin. DÎMEN HEYE   *Zarok siberoja civakê ne. Bi berpirsiyarî tev digerin û bi dilê xwe yê saf û pak dixwazin parastina taxên xwe bikin. Zarokên Rojava di nava şer de mezin bûne. Ew bi hişmendiya parastinê mezin bûne. Mamostaya wan a destpêkê ku wan mezin dike, dayika wan jî di nava şer de ew anîne dinê û bi perwerdeya parastinê ew mezin kirine. Ji bo wê jî ji xwe bawer derketine pêşiya taxê û parastinê dikin. JI PÊNÛSA JINAN   *Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Serêkaniyê, bi hezaran kes rastî koçberiyê hatin. Jinên Kampa Waşokanî gotin: "Dewleta tirk nirxên keda mirovan binpê dike."DÎMEN HEYE   *Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê salek berê derketibû holê ku 3 zarokan, zarokek îstismar kirine.    *Ji bo mêrê ku taciza zayendî pêk aniye ceza bigire Y.Y. çar salan têkoşiya. Y.Y got:"Mezinbûn û biçûkbûyina tacîzê tune ye. Tiştên ku li min hat kirin  min qebûl nekir."   * Derbarê Hevşaredara Hezexê Songul Erden de Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn dabû destpêkirin û wezaretê bi vê hincetê qeyûm tayînê şaredariyê kir. Duh ji bo îfadeyê bang LI Songulê hat kirin û di dema îfadeyê de pirsên gelek başkêş ji Songulê hatin pirsîn.   *Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê jin bêtir li ser mekanîzmayên darazê radiwestin, Parezêr Zekiye Karaca Boz, diyar kir ku li şuna ku kujer bên darizandin, jin tên darizandin û got: "Sûcdar wêrektiya xwe ji darazê digirin.” DÎMEN HEYE    * Mamosteyên Kantona Kobanê di derbarê 20 'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de, diyar kirin ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîha mirinê de dijîn û wiha gotin: "Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin erka xwe ya parastina mafê zarokan pêk bîne." DÎMEN HEYE    * Hunermend Neşe Toprak û Ceylan Cîftçî, li Amedê bi pêşangehê berhemên xwe pêşkeşê hunerhezan kirin. Neşe diyar kir ku Amedî razên xwe li Sûran vedişerin û Ceylan jî da zanîn ku êdî jiyan ji xwezayê dûr ketiye. DÎMEN HEYE    * Zarokên Rojava, di Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de bûn koçberê welat û dibistanên xwe. Zarokên Serêkaniyê gotin:"Şûna ku em di dibistanan de perwerdeya xwe bibînin em tê de mîna koçberan bi cih dibin." DÎMEN HEYE    *Melike Şahin yek ji wan karkeran e ku ji hêla şaredariya CHP'ê ya Ataşehirê ve ji kar hatibû derxistin, teqez kir ku heta encam negirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û got:" “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Ataşehîrê ye, pirsgirêka Tirkiyê ye. Erîş xwe bi qanûnan têr dikin. Ji ber vê jî divê em li hemberî van êrîşan tekoşîna çîna mezin bikin”.  DÎMEN HEYE    *Di 16'ê Mijdarê de nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr bi hinceta nûçeyên grevên birçûbûnê û nûçeyên Ciyayên Kazê çêkirine wekî delîl hatin nîşandan.    * Ji Arînan hata Silavan, ji Avestayan heta Amarayan û heta Hevrînan, li Rojava, agirê şoreşê ev 8 sal in li seranserê cîhanê hêzê dide hemû jinan.