Ji bo 25'ê Mijdarê li Helebê civîn hat lidarxistin 2019-11-19 16:29:14   HELEB - Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê komcivînek bi dirûşma "Na ji tundiya li ser jinê" ji jinên Taxa  Şêx Meqsûd re li dar xist.    Bi boneya 25'ê Mijdarê roja têkoşina li dijî tundiya li ser jinê, Mecilîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê îro li taxa Şêx Meqûd a bajarê Helebê komcivînek ji bo vê rojê ji jinê taxê re li dar xist. Bi dehan jinên sazî û dezgehên sivîl beşdarî komcivînê  bûn. Civîn li navenda Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hat lidarxistin.   'Em êşa xwe bi hev re parve bikin'   Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo hemû pekrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Mecilîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê Heyfe Hesen wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em weke Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê  Sûrîyeyê me xwest em komcivînekê li dar bixin ji bo em êş û elema xwe bi hev re parve bikin û em hewil bidin xwe bigihînin çareseriyekê."    'Dagirkeriya tirk di serî de jin hedef girt'   Heyfa di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û wiha pê de çû: "Her dem ferman bi serê jinan tên kirin û heta roja me ya îro em dibînin tundî hîn ser jinê berdewam e. Tundî bi hemû cûreyên xwe ser jinê tê meşandin ji aliyê kesên zihniyeta desthilatdar tê kirin, lê bi dagirkeriyê re jî gelek tundî jî hat meşadin me dît çawa dewleta tirk a dagirker dema êrîşa xwe da destpêkirin çawa di serî de jin hedef girt û êrîşê wê kir, weke Hevala me Hevrîn Xelef bi awayekî herî hov şehîd xistin."    Her wiha di  dawiyê de gelek nîqaşên berfireh hat kirin û  jinên beşdarê komcivînê bûne nêrîn û helwestên xwe parve kirin.