Jinên Şirnexê: Mêr jinan qetil dike dewlet jî diparêze 2019-11-19 09:20:27   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên Şirnexê, bertek nîşanê qetilkirin jinan da û anîn ziman ku ji ber polîtîqayên bêcezakirinê qetilkirina jinan zêde bûye û  ev bang li jinan kirin: “Di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û ji qirkirina jinan re bibêjin êdî bes e. Di vê di 25'ê Mijdarê de  em hemû dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”   Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de li gelek bajaran bernameyên çalakiyan hatin çêkirin. Ji van bajarên ku bernameya çalakiyan çêkir yek jê jî bajarê Şirnexê ye. Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) Şirnexê  de dê di 25’ê Mijdarê de li Cizîrê meşekê girseyî pêk were. Jinên li Şirnexî komkûjî û tûndiya li dijî jinê şermezar kirin  û bang li hemû jinan kirin ku di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.   ‘Dewlet qetilkirina jinan meşrû dike’   Jina bi navê Leyla Tatli, qetilkirina 3 Xuşkên Mîrabal ku di 25'ê Mijdarê de hatine qetilkirin şermezarkir û got ku dê di 25’ê Mijdarê de ji bo hemû jinên ku rastî tundiyê tên û hatine li qadan bin. Leyla, bi lêv kir ku li dijî tundiya li ser jinê dê dengê xwe bilind bikin û  wiha got: “Li dijî tundiya li ser jinê bê rawestian em ê piştevaniya hev bikin. Dewlet bi qanûnên xwe yên ku derdixe qetilkirina jinan meşrû dike. Mêrên ku komkûjî û tundiyê dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin. Îktîdar olê bi kar tîne û tecawizê rewa dibîne. Mêr jinê ji xwe re wek 'amûr’ dibîne. Îktîdara AKP’ê di vê mijarê de piştgiriyê dide mêran.”    ‘Bi kurtasî mêr  dikuje dewlet diparêze’   Leyla, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku her roj televîzyonê vedikin û tim bi qetilkirina jinekê re rû bi rû dibînin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em êdî newêrin televîzyonan vebikin. Pergala baviksalar hêzê ji îktîdarê digire. Bi kurtasî mêr dikuje dewlet diparêze. Ji ber polîtîkayên bêcazahiştinê yên îqtîdara AKP’ê qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe. Em jin dê vê pergala faşîst hilweşînin û tundiya li dijî jinê bidin sekinandin. Divê jin bijîn û bê hiştin ku bijî. Lê belê îqtîdara AKP’ê mirinê li jinan ferz dike. Wekî ku jin ji bo mirinê hatine cihanê. Em bang li hemû jinên cihanê dikin ku roja 25’ê Mijdarê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Bijî berxwedana jinê.”   'Gelek jin wekî Emîne Bulut hatine qetilkirin'   Jina bi navê Mediya Hezar jî komkujiya xwîşkên Mîrabal bi bîr xist û da zanîn ku qirkirina jinan di pêvajoya niha de jî gelek zêde bûye. Mediya, anî ziman ku jin bi awayek hovane tên qetilkirin û wiha got: “Dema mirov bala xwe didê di demên dawiyê de tundiya li dijî jinê gelek zêde bûye. Jin hem ji aliyê malbatên xwe û hem jî ji aliyê kesên bi wan re tên zewicandin  tên qetilkirin. Hîn beriya çend rojan Emîne Bulut ji aliyê kesê pê re hatibû zewicandin hat qetilkirin. Gelek wek Emîne Bulut ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.  Em bang hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî tundiyê têbikoşin. Sedema zêdebûna qetilkirina jinê ji ber polîtîqayên bêcezahiştinê yên îqtîdarê ye. Li dijî qirkirin û tundiya li ser jinê û  polîtîqayên bêcazahiştinê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.   ‘Em ne tundiyê, jiyanek dilşad û aram dixwazin’   Jina bi navê Sabriye Yagan jî got “Mêr dikûje dewlet diparêze” û di dawiya axaftina xwe de got bêcezahiştina kujeran dibe sedema kuştina jinên din. Sabriye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îqtîdar qirkirina jinan bi polîtîkayên xwe normalîze dike. Divê demildest qetilkirina  jinan bê bidawîkirin. Ji bo ev komkûjî bê bidawîkirin divê di serî de ev polîtîqayên bêcezahiştinê ji holê bên rakirin. Ji  aliyek dinê ve jî divê jin li pêşiya qirkirina jinan bibin asten û dest bidin destên hev. Em ne tundiyê, jiyanek dilşad û aram dixwazin.”