‘Dîrok wê bibe şahidê têkoşîna jinan’ 2019-11-19 09:16:12   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Endama Komîteya Jineolojîyê ya herêma Firatê Dîcle Heydar  di derbarê 25’ê Mijdarê û destihiladariya li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê wiha nirxand: “Tundiya li ser jinê di kesayeta her sê xwişkên Mirabel de hate jiyîn. Îro em di kesayeta Hevrîn, Amara û Barînê de dibînin. Dîrok  careke din her sê xwişkên Mirabel dijî.”   25’ê Mijdarê piştî qetilkirina sê xwişkên Mîrabel yên ku li dijî dîktatoriya Trujillo ango li dijî cumhuriyeta Dominik serî rakirin û di 1960’î de 25’ê Mijdarê her sê xwişk hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina wan Neteweyên Yekbûyî 17’ê Kanûna 1981’an, 25’ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê tê îlan kirin. Gelek rêbazên tundiyê hene ku li ser zayenda jinê tê bikaranîn. Ev rêbaz ne tenê di milê bedenî de tundî tê meşandin. Nimûne bi awayên bedenî, derûnî, peyvên derveyî rêgezên civakî û destdirêjî li ser tê meşandin. Her wiha di milê aborî de jî zayenda jinê rastî neheqiyên giştî tê û bi her awayî mafê jinan tê çewisandin. Di şerên çekdarî de jî kesên herî zêde rastî neheqî û zehmetiyên jiyanê tê jî dîsa jin û dayik e. Di êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kesên herî zêde rastî tundiyê tên dîsa jin e. Di derbarê van mijaran de endama Komîteya Jineolojîyê ya herêma Firatê Dîcle Heydar ji ajansa me re axivî.   ‘Di serdema me civak hemû rastî tundiya desthiladaran tê’   Dîcle Heydar li ser roja 25’ê Mijdarê û tundiya ser jinê tê meşandin  wiha axivî: “25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nêz dibe. Lê di serdema me de tundî ne tenê li ser zayenda jinê ye, tundiya dewletên dagirker li ser tevayî civakê tê meşandin û herî zêde jî li ser zayenda jinê tê meşandin. Di sala 1960’î de, bi pêşengitiya sê xwişkên Mîrabel li Komara Domînîkê têkoşîna li dijî tundiya ser jinan hate destpêkirin û ev têkoşîn heya roja îro jî didome. Tundiyên ku li ser jinê tên meşandin, cur bi cur in bi her awayî jin rastî tundiyê tên. Em jî weke jineolojî hewil didin ku li dijî hemû rêbazên tundiyê têkoşînê bidin destpêkirin û şêwayê modern yê tundiya heyî bidin tunekirin. Sîstema heyî ya dewletan mafê desthiladariyê û zulmê dide mêran, ev sîstem dibin sedem ku mêr bi her awayê mafê desthiladariyê bi dest bixin û tundiyê li ser jinan bidin meşandin. Em weke jineolojî li ser hemû mijarên têkoşîn û deskeftiyên jinan lêkolîn dikin û hewil didin ku pirsgirêkên desthilatdariya mêran ya li ser zayenda jinê bidin tunekirin.”    ‘Em ê bersiva desthilatdaran, bi serkeftina jiyanek azad bidin’   Dîcleyê tundiya îro ser jinan tê meşandin jî wiha anî ziman: “9’ê Cotmehê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dewleta tirk û çeteyên xwe êrîşî ser gel kir. Çawa ku li Efrinê jin û zarok hedef girtin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev yek dan meşandin. Mînakê wê jî berçav e. Di encama êrîşan de jin esîr ketin dest wan. Cenazeyên ku dikevin destê çeteyan hemû rêbazên dijî mirovahiyê li ser wan tên bikaranîn. Em van mînakan dikarin di kesayeta şehîd Amara û Hevrîn Xelef de bibînin. Li Efrînê Barîn bû, lê hîn metirsî hene ku wê rojên pêşiya me jî heman bûyer werin jiyîn. Ji ber planên dagirkeriya van herêman hîna didome.  Em van kiryarên ku li ser kesayeta Barîn, Amara û Hevrîn hatine kirin weke êrîşek li ser kesayeta xwe dibînin. Ev êrîş di kesayeta van jinan de li şoreşa jin û deskeftiyên jinan hatine kirin. Ji bo wê jî em ê li dijî van êrîşên hovane bi felsefeya Jîneolojîyê têkoşîn bidin meşandin û bersiva me wê serkeftina civaka demokratîk û hevjiyana azad be.”    ‘Li dijî zihnîyeta hovane em ê doza xwe xurt bikin’   Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser azadî û têkoşîna jinan û wiha domand: “Xeta jina azad û tekoşîna jinê bandorek erênî  li ser tevahî jinên cîhanê kir. Deskeftiyên me çendî mezin be êrîşên ser felsefa me jî ew çend giran û hovane dibe. Li dijî zîhiniyeta baviksalar em ê jî têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir û bi hêztir bikin. Rêxistina jinê beramberî zihnîyetên dewlet netew, kesên wek Erdogan û kesên ku li ser navê îslamê kar dikin tekoşîneke xurt dan meşandin û ev tekoşîn wê berdewam bike. Wek Jîneolojî em ê van êrîşan û rewşê analîz bikin. Weke ku me li jor jî dayî diyarkirin têkoşîna li dijî tundiya ser jinan di kesayeta hersê xwişkên Mîrabel de hat destpêkirin. Wê îro jî bi tolhildana hersê jinên pêşengên vê serdemê Hevrîn, Amara û Barînê  bê hildan. Êrîşên ku îro li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê tên meşandin ne tenê li ser gelekî ye li ser bîrdozî, civaka demokratîk û şoreşa jinan e."